Jinan bertek nîşanî girtinan da: Têkoşîna me nayê rawestandin

  • 10:27 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanî operasyona li hemberî HDP û KCD'ê dan. Hulya Alokmen, diyar kir ku armanc dikin ku HDP'ê ji gel û ji siyasetê dûr bixin, Zeynep Uren destnîşan kir ku dê bi hêz bin, xwedî li partiyê derkevin û bi ser kevin. Hanîfe Kardaş jî banga piştewaniyê kir. 
 
Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî 9 roj di binçavan de man û dadgehê biryara girtina 17 siyasetmedaran da. Hevseroka Giştî ya BDP'ê ya berê Emîne Ayna, parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata, Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun di nav de 17 kes şandin girtîgehê. Her wiha di operasyona li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de jî 14 kes hatibûn binçavkirin, rêvebera HDP'ê ya berê Çîgdem Ektî û Mekiye Guzel jî di nav de 4 kes bi biryara dadgehê hatin girtin. Derbarê girtin û binçavkirinan de bertek û nerazibûn jî didomin. 
 
'Em ê piştewaniya xwe bidomînin' 
 
Hevseroka Şaxa 2'yem a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) a Amedê Hanîfe Kardaş bal kişand ser girtin û binçavkirinan û got: "Binçavkirin û girtin polîtîkayekê çewisandinê ye. Hefteya borî li hemberê HDP'ê operasyonekê qirkirinê pêk hat. Piştî 6 salan bi hinceta 'Lêpirsina Kobanê' operasyon pêk hat. Her wiha operasyonên ku li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) heman polîtîkaye. Lê belê em qirkirina siyasî û Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ji hevdû cuda nagirin. Gelo operasyon bi nêzbûna 9'ê Cotmehê tê kirin? Zextekê derûniyê didin meşandin gelo? Ne tenê ji bo partiyên siyasî ji bo hemû sazî û dezgehên sivîl peyamek tê dayîn. Lê belê gel her tiştî baş dizane û çend êrîşê partiya siyasî dikin, partî ew qas bi hêz dibe. HDP ê îlegal e û partiyekê siyasî ye. Girtin û binçavkirin li hemberî gel nabe asteng bêtir gel ji partiya xwe bi bawer dibe. Em binçavkirinan şermezar dikin û em ê wekê sendîka piştewaniya xwe ya bidomînin."
 
'Dixwazin HDP'ê ji siyasetê dûr bixin'
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen girtina siyasetmedaran wiha şîrove kir: "Dixwazin di serî de têkoşîna jinan û siyaseta HDP'ê asteng bikin. Armanc dikin ku HDP'ê ji gel û ji siyasetê dûr bixin. HDP bi hebûna xwe û siyaseta xwe di nava siyaseta Tirkiyeyê de rolek mezin girtiye. Dixwazin partiyê tasfiye bikin û ji holê rakin. Tifaqên ku pêk hatî dixwazin ji holê rakin. Lê wekê her car em dibêjin HDP'ê li Rojhilata Navîn hebûna xwe îspat kir. Lê divê bê zanîn ku binçavkirin û girtin li ber têkoşîna me nabin asteng. HDP'ê heta îro bi jin, ciwan û gel re meşiya heta îro, dê sibêhê jî meşa xwe bidomîne. Her wiha li hemberî destkeftiyên jinan jî bi sala ne êrişek pêk tê, lê jin jî dê bi rêxistinbûna xwe têkoşîna xwe mezin bike."
 
'Em ê bi ser kevin"
 
Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Uren jî bertek nîşanî operasyonên siyasî da û wiha axivî: "Li Amed û Qersê operasyonên binçavkirinê pêk hatin. Şaredariya Qersê wekî ku li Qersê tiştek nekiriye û di nava gelan de bûye sedema bêhuziriyê tê nîşandan. Faşîzm, emrê xwe bi mîlîtarîzm û netewperestiyê mezin dike. Ji ber vê jî bê hizûrî û kaosê diafirîne. Tifaqa AKP û MHP'ê li dijî jin û mirovatiyê polîtîkayên diafirîne. Kesên ku li dijî kiryaran derdikevin jî tên binçavkirin û girtin. Çend êrîş mezin bibe jî dê xwedî li derketina têkoşînê mezin dibe. Xwedî li derketin dê faşîzma AKP û MHP'ê ji holê rake. Em ê bi hêz bin, em ê xwedî li derkevin û bi ser kevin."