Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê ji Qamişloyê heta Dêrikê meşiya

  • 10:26 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezakirina tecrîda girankirî ya ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj ji Qamişloyê heta Dêrikê dest pê kir.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezakirina tecrîda girankirî ya ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, em ê bi ser bikevin” meşeke dirêj ji bajarê Qamişloyê heta bajarê Dêrikê li dar xist. Di meşê de bi sedan Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ji tevahî Herêma Cizîrê beşdar bûn. Meş ji stadyoma Heysem Kiço ya fotbolê li Qamişloyê dest pê kir û ber bi Dêrikê ve çû. Ev meş dê heta sê rojan berdewam bike û ew ê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin. 
 
Têkildarî naskirina armancên lidarxistina meşê, Endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Zeyneb Hesen ji me re axivî.
 
Zeyneb di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin ku armanca wan ya esasî şikandina vê tecrîdê ye û wiha domand: “Ev demeke dirêj e ku Rêber Apo di tecrîdeke giran re derbas dibe. Tecrîda ku ser rêberê me hatiye ferzkirin dûrî hemû exlaqên mirovahiyê ye. Dewleta tirk wê nikaribe rihê me yê ciwantî û girêdana me bi Rêber Apo re bişkîne. Rêber Apo girîngiyê dide ciwanan, mîna dînamîka civakê, pêşengên şoreşê wan pênase dike. Ji bo wê bi îradeya xwe em ê Rêber Apo azad bikin û hemû planên komplogeran vala derxînin.”
 
Di roja yekem de meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tirbespiyê rawestiya û dê îro jî di roja xwe ya duyem de berdewam bike.
 
Hêjaya bibîrxistinê ku dê ev meş heta sê rojan bidome.