'Fikir û felsefeya Rêber Apo rêya me ronî dike'

  • 09:07 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Rêveberiya Edaleta Jinê ya bajarê Helebê Fatma Hesen di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku Abdullah Ocalan mafên hemû gelên bindest diparêze û wiha: "Ger ku Rêber Apo azad bibe wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe. Em ê jî wek jin û gel herdem li ser piyan bin heta em Rêber Apo ji Îmraliyê azad bikin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de bi komployek navneteweyî di sala 1999'an de hat dîlgirtin. Her wiha heta roja îro jî tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û heta niha jî ne malbat ne jî parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin. Têkildarî tecrîda girankirî, ji Rêveberiya Edaleta Jinê ya bajarê Helebê Fatma Hesen nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
'Rêber Apo mafê hemû gelên bindest diparêze'
 
Fatmayê di destpêka gotina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Di destpêkê de em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin û em tu carî qebûl nakin. Rêber Apo di nava civakê de jiyanek azad, wekhev û mafê gelan diparast, ji bo wê dîl hat girtin. Rêber Apo ne tenê ji bo mafê Gelê Kurd bang dikir, ji bo mafê hemû gelên bindest bang dikir. Rêber Apo di encama komploya navneteweyî de hat dîlgirtin û 21 sal Rêber Apo di Îmraliyê de berxwedanek bê hempa nîşan dide. Armanca vê komployê ew bû ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji nava gel were qutkirin, lê desthilatdar jî bila baş bizanibin ew fikir di mêjiya herkesî de ye û ber bi mezinbûyinê ve diçe. Fikir û felsefeya Rêber Apo rêya me ronî kir. Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê xist cihê akademiya fikir û felsefeyê. Niha bi hezaran pêkhate li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Gelên bindest bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo cardin zindî bûn û li dîroka xwe vegeriyan."
 
'Bi saya fikrê Rêber Apo li Rojava şoreşa jinê pêk hat'
 
Fatmayê balkişand ser tecrîda girankirî û wiha dewam kir: "Dewleta tirk nahêle ku malbat û parêzer hevdîtin bi Rêber Apo re bikin. Rêber Apo di her hevdîtinê de perspektîf û rewşa cîhanê tîne ser ziman, ji bo wê her ku diçe tecrîd li ser Rêber Apo mezin dibe. Dewleta tirk çi dike bila bike, lê nikare me ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bike. Bi rêya pirtûkên Rêber Apo em rêya xilasbûnê dibînin û niha hemû pirtûkên wî di tevahî cîhanê de belav bûye. Her wiha di felsefeya Rêber Apo de azadiya jinê bingeha her tiştî ye. Jin ji dîrokê bigire heta roja îro hatiye kolekirin û hebûna wê jê hatiye dizîn, lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin li rastiya xwe vegeriya û hebûna xwe li hemû derê mayinde kir. Bi saya fikrê Rêber Apo îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê pêk hat."
 
'Rêber Apo wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bike'
 
Fatmayê herî dawî bang li dewletên navneteweyî kir û wiha bi dawî kir: "Divê hemû dewletên ku banga mafê mirovan dike dev ji bêdengiya xwe berdin û ji bo azadiya Rêber Apo helwestên xwe nîşan bidin. Bêdengiya wan li hember dîlgirtina Rêber Apo tê wateya hevkariya dewleta tirk. Ger ku Rêber Apo azad bibe wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe. Em ê jî wek jin û gel herdem li ser piyan bin heta Rêber Apo ji Îmraliyê azad bikin."