'Em mamostetiya zimanekî qedexekirî dikin'

  • 09:03 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Mamosteyên zimanê kurdî bi wesîleya roja mamosteyan ya cîhanê axivîn û gotin: “Di vê rojê de roja mamosteyan tê pîrozkirin lê mamosteyên zimanê kurdî bi girtin, gef û qedexeyan tên xelat kirin. Divê were zanin ku hêviyên me tune nabin, em ê di pêşerojekê azad de zarokan bi zimanê wan perwerde bikin.”
 
Di 1994’an de 5'ê Cotmehê ji hêla UNESCO’yê ve wekê Roja Mamosteyan a Cîhanê hat qebûlkirin û her sal li gelek welatan di heman rojê de dihat pîroz kirin. Lê li Tirkiyê û Kurdistanê pêşwazîkirina vê rojê weke çalakiyekê fîlî dimîne. Piştî hewldana 15’ê Tîrmehê, bi Biryarnameyên di Hikûmê Qanûnan de (KHK) û piştî îlankirina OHAL’ê 28 hezar mamoste ji kar hatin îxrackirin û zêdeyî 20 hezarî jî ji ber lêpirsînan ji kar hatin dûrxistin. Her wiha bi taybetî li Kurdistanê gelek mamoste bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin, hatin girtin û ji kar hatin dûrxistin.
 
Her wiha dibistanên zimanê kurdî ên weke “Ferzat Kemanger” hat girtin û bi KHK’yê dibistana “Zarokîstanê” hat girtin. Perwerdeya bi hezaran xwedevanan nîvco ma û bi sedan mamoste hatin girtin an jî ji kar hatin dûrxistin. Mamosteyan derbarê rewşê de ji ajansa me re axivîn. 
 
'Em mamostetiya zimanekî qedexe kiri dikin' 
 
Mamosteya zimanê kurdî Belqîz Bîtkîn di destpêka axaftina xwe de roja mamosteyan û bi taybet ji mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin pîroz kir û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê mamostetî bi serê xwe pirsgirêkekê mezin e, lê belê dema tu mamostetiya kurdî jî biki zehmetî du qat zêdetir dibe. Em mamosteyên zimanekî qedexe ne. Nasname, ziman, cil û bergên me bi êrîşên nîjadperestan re rûbirû dû dimîne. Li hemberî van êrîşan sed sal in berxwedanek tê dayîn. Di van salên dawî de ev berxwedan û têkoşîna me hîn zor bûye. Ji ber ku êrişkar êrişek sînsî dide meşandin û em neçarin ji têkoşîna xwe xurt bikin. Di vê çarçoveyê de bi hezaran mamosteyên me ji kar hatin dûrxistin, hatin girtin û di bin gefan de dijîn. Her wiha perwerdeya bi hezaran xwedevanan nîvco ma.”
 
‘Bi pênêsekê ji hûn dikarin têbikoşin’
 
Belqîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya fêrbûn û fêrkinê û wiha got: “Mafê me yê xwendinê tê astengkirin. Lê divê em mafê xwe biparêzin. Lewra îro rojek ji rojên mamosteyan e. Lê em weke mamosteyên ziman kêfxweşnabin li dijî wê xembariyek dikeve dilê me. Ez dizanim ku ez karek pîroz dikim û li hemberî vê xembariyê hêviyên min her tim geş in. Daxwaza min ew e ku xwendevan û mamosteyên kurdî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi pênûsek ji hûn dikarin têbikoşin. Wê rojek were ku em ê di polên xwe de bi awayekê azad waneyan bidin.”
 
'Em ê xeyalên xwe pêk bînin' 
 
Mamosteya zimanê kurdî a pêşdibistanê Cejna Sezgîn ji bal kişand li ser girîngiya rojê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev roj rojek pîroz e ku peymannameya ji bo mamostetiyê, ji bo pirsgirêkên mamosteyan, ji bo amadekarî û ji bo mafê mamosteyan e. Ev peyman ji bo hemû gelan e ku mafê wan yê perwerdeyê diparêzin e. Lê em niha welatê xwe binêrin; ev rêzikname û peyman tenê tên pîrozkirin lê nayên pêkanîn. Zimanê gelekî tê înkarkirin. Mafê her zarokê ye ku bi zimanê xwe perwerde bibîne lê mafê zarokên kurd tê binpêkirin. Em di bin gef û qedexeyan de dixebitin ku niha hemû rê li me hatine girtin. Ev ji dibe sedema xirabûna derûniya me. Perwerdeya xwedevanên me ji nîvco man. Ev wê bandorek çawa li wan bike hûn bifikirin. Wê êdî ji zimanê xwe bitirsin. Ez hêvî dikim ku ev rewş di demek nêz de were çareserkirin û em û zarok xeyalên xwe pêkbînin. Herî dawî ji ez roja hemû mamosteyan û bi taybet ji mamosteyên ku di van şert û mercan de dixebitin pîroz dikim.”
 
‘Ligel hemû zextan têkoşîna xwe berdewam kirin'
 
Nudem Nergîza ku mamosteya muzîk û zimanê kurdî ye roja hemû mamosteyan pîroz kir û wiha bi lêv kir: "Mamostetî karek pîroz e, lê dema zimanek bin gefan de be û tu mamostetiya vê biki ev bêtir pîroz e. Pergala heyî dixwaze nasname, ziman û çanda kurd tune bike. Ji ber wê yekê di destpêkê de êrişê van xalan dike. Hemû cihên perwerdeyê girt û mamosteyên me binçav kirin. Dixwazin tirsekî biafirînin. Ji bo gel êdî zarokên xwe nede xwedin û ji bo zarok ji dibistanan bitirsin her tiştî kirin. Lê mamosteyên me yên kurdî li hemberî hemû gefan têkoşîna xwe berdewam kirin ev ji jêhatinek mezin e. Ji ber vê yekê ji vê rojê li hemû zarokên ku zimanê wan hatine qedexe kirin û mamosteyên hewil didin wan perwerde bikin pîroz dikim.”
 
‘Mamostetî karek pîroz e' 
 
Gulîzar Tellîogluya ku xwe ji mamostetiyê re amade dike wiha got: “Mamoste afirandina jiyanekî azad e. Hunera fêrkirina jiyanê ye. Ez ji dixwazim vê barî bidim li ser milê xwe. Hêvîdarim ku ev xeyalên min ji serbikeve. Zimanê ku hatiye qedexe kirin û zarokên mafên wan hatine binpêkirin mamosteyek hewil dide mafê wan biparêze. Mamosteyên me karek pîroz dikin. Ez vê rojê li hemû mamosteyên têkoşer pîroz dikim.”