'Di du mehan de 13 jin hatin revandin û 4 hatin qetilkirin'

  • 09:02 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî têkilarî rapora du mehan a kiryar û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser jinan da zanîn ku di du mehan de 13 jin hatin revandin  û 4 hatin qetilkirin û wiha got:"Kiryar û binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ku tevahî sînorên hiqûqî û exlaqî derbas kirine, dewam dikin. Li Efrînê jin di nava tarîtiyê de dijîn."
 
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan kiryar û binpêkirina li ser jinan a dewleta tirk a li Efrînê dewam dike. Li rapora herî dawî hat parvekirin di meha tebax û îlonê de li Efrînê 13 jin hatin revandin  û 4 hatin qetilkirin. Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî ji ajansa me re li ser kiryarên  dewleta tirk ên di derheqê jinan de nirxandin kir.
 
'Li Efrînê  jin di tarîtiyê de dijî'
 
Heyhanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de û got: "Kiryar û binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta tirk  ku tevahî sînorên hiqûqî û exlaqî derbas kirine li ber çavên cîhanê roj bi roj didomin. Bi armanca guhertina demografîk û bicihkirina welatiyên biyanî ya li şûna gelê efrînê di şexsê jinê de dewleta tirk a dagirker hewil dide ku armanca xwe pêk bîne. Her wiha em jî weke Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê erkek hiqûqî û exlaqî ye ku kiryarên dewleta tirk belge bikin. Li Efrînê jin di tarîtiya zilma komên çeteyên dewleta tirk de dijîn." 
 
'Kiryarên derheqê jinên Efrînê de sînorên mirovahiyê derbas kiriye'
 
Heyhanê di dewamiya axaftina xwe de belgekirina kiryar û binpêkirina dewleta tirk a di derheqê jinên Efrînê de anî ziman û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di encama tevliheviyên ku bi dagirkirina Efrînê re li Efrînê tê jiyîn gelek rewşên neyînî bi xwe re anî. Her wiha li gorî belgekirina beşek ji kiryar û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker a her du mehên tebax û îlona 2020'an 13 jin bi riya komên çeteyên weke Sultan El Murad û Firqêt El Hemzet hatin  revandin, 4 jin bi şêweyên hovî hatin qetilkirin, 2 jin bi destên mêrê pê re zewicî,  hatin qetilkirin û hejmarek jin di temenên xwe yên biçûk de jî hatine zewicandin. Kiryarên ku di şexsê jina Efrînê de tê kirin hemû sînorên mirovatiyê hilweşand."
 
'Li kêleka qetilkirina jinan tundiya fîzîkî û derûnî' 
 
Heyhanê herî dawî diyar kir ku li Efrînê li kêleka qetilkirina jinan tundiya fîzîkî û derûnî jî pêk tê û wiha bi dawî kir: "Malbatên ku li Efrînê mane ji metirsiya destdirêjiya çeteyan a li ser zarokên wan û pêkanîna kiryarên derexlaqî, keçên xwe di temenê biçûk de ku li gor zagonên navneteweyî qedexe ye jî, tên zewicandin. Zewaca bi darê zorê ya wan keçên di temenê biçûk de, dibe encama tundiya derûnî û fîzîkî. Tevî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya ku tevahî kiryarên dewleta tirk a dagirker belge dike, dewleta tirk êrîşên xwe didomîne. Her wiha em weke Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê bang li tevahî Sazî û Rêxistinên parastina Jinê dikin xwedî li jinên Efrînê  derbikevin û erka xwe ya hiqûqî pêk bînin."