ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN

  • 09:00 3 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Edaleta Jinê ya bajarê Helebê Fatma Hesen di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku Abdullah Ocalan mafên hemû gelên bindest diparêze û wiha: "Ger ku Rêber Apo azad bibe wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe. Em ê jî wek jin û gel herdem li ser piyan bin heta em Rêber Apo ji Îmraliyê azad bikin." DÎMEN HEYE
 
* Jinên ji Kantona Girê Spî ku niha di kampa Til-El Seminê de dijîn, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê anîn ziman ku ew ji bo vegera Girê Spî bê navber têdikoşin û wiha gotin:"Tevî hemû şerd û mercên dijwar ên jiyana di kampê de, me dest ji têkoşîna vegera ji bo axa xwe berneda. Em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin heta ku em vegerin malên xwe." DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên zimanê kurdî bi wesîleya roja mamosteyan ya cîhanê axivîn û gotin: “Di vê rojê de roja mamosteyan tê pîrozkirin lê mamosteyên zimanê kurdî bi girtin, gef û qedexeyan tên xelat kirin. Divê were zanin ku hêviyên me tune nabin, em ê di pêşerojekê azad de zarokan bi zimanê wan perwerde bikin.” BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Erdîşê ya HDP’ê Yildiz Çetîn ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû û hat girtin, ji ber xebatên jjin û şaredariyê sûcdar hat dîtin û girtin. Runiştina doza wê di 8’ê cotmehê de ye.
 
*Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî têkilarî rapora du mehan a kiryar û binpêkirinên dewleta tirk ên li ser jinan da zanîn ku di du mehan de 13 jin hatin revandin  û 4 hatin qetilkirin û wiha got:"Kiryar û binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ku tevahî sînorên hiqûqî û exlaqî derbas kirine, dewam dikin. Li Efrînê jin di nava tarîtiyê de dijîn." DÎMEN HEYE