'Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin'

  • 14:13 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
HATAY - Derbarê Peymana Stenbolê de berdeveka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Fatoş Çinar, diyar kir ku dest ji Peymana Stenbolê bernadin û got: “Em ê dest ji kolan û mafên xwe jî bernadin."
 
Pêkhateyên Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê, Koma Kampanyeya Sepandin Peymana Stenbolê û Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê zêdebûna kuştina jinan û bi cih ne anîna Peymana Stenbolê de li avahiya Şaxa Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskencderûnê Fatoş Çinar, diyar kir ku ew ê dest ji Peymana Stenbolê, kolanan û mafên xwe bernedin û wiha axivî: "Berpirsiyartiyên xwe yên derbarê Peymana Stenbolê de bi cih bînin.”
 
Fatoş, da zanîn ku li welat cînayetên jinan veguherîne asta qirkirina zayendî û wiha got: “Ji bo vê li welat pêdivî bi Peymana Stenbolê heye. Ji bo ku Peymana Stenbolê bê bi cih anîn, em banga piştevaniyê, daxwaza maf û jiyana xwe kirinê li hemû jinan dikin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin.”