'Em ê yekîtiyê saz bikin û azadiyê pêk bînin

  • 14:11 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - KCD, DBP, HDP û TJA derbarê operasyonên li hemberî HDP'ê de deklarasyonek weşand û got: "Em, bi vê pêwistiya berpirsiyariya dîrokî; bangî hemû gelên Kurdistanî dikin. Dem dema li hemberî faşîzmê avakirina demokrasiyê, li hemberî şer pêkanîna aştiyê, li hemberî tecrîdê bidestxistina azadiyê ye. Dem dema dawî lê anîna desthilatdarî û koledariya ku dused sal in hatî ferzkirinê ye."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê operasyona li hemberî HDP'ê de li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat deklarasyona xwe bi daxuyaniyekê çapemeniyê weşand. Gelek nûnerên sazî dezgehên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn û her wiha di daxuyaniyê de pankarta "Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkênin, azadiyê pêk bînin" hat vekirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz daxuyaniya bi tirkî û hevserokê KCD Berdan Ozturk jî daxuyaniya bi kurdî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jiyana Gelê Kurd her tim bi zext, zor, çewisandin û bi her cûreyên bê edaletî û qirkirinê derbas bû. Bi polîtîkayên xwe yên kirêt, hebûna gelan, bîr û baweriyên qedîm înkar kir, nebû îmha û qirkirinên spî dan dan ber xwe. Ev jî wekî bişaftina çand û zimanan, ser erd û bin erd, her wiha bi tunekirina warên dîrokî kokbirîna civak û gelan esas hat girtin, qirkirina topyekûn dan meşandin.
 
Şer îlan kirine 
 
Îro jî, nûnerên vê dîroka kirêt û serûbinhevkirî AKP û MHP ne. Ev kom, hemû beşên civakên dijberên xwe li Tirkiyê û Kurdistanê wekî dijmin dihesibîne û dixwaze biqutifîne. Şerên li hemberî daxwaza wekhevî û azadiya kurdan, li hemû Tirkiyê şer îlan kiriye. Şerê vê komê li hemberî kurdan û hêzên demokrat wekî polîtîkayên tepisandin û qutufandinê îlan kiriye, li Kurdistanê qirkirina siyasî, çandî û ekolojîk. Li Tirkiyê jî; bi taybetî li hemberî jinên azadîxwaz, kedkar û karmend, bi tevayî hêzên demokrat û dijberan siyaseteke çewisandin, pelçiqandin û ji taqetxistî tê meşandin." 
 
Her roj binçavkirin, girtin û mirin heye
 
Faşîzima bi sed salan e, li Kurdistanê dihat meşandin, niha; ji Kurdistanê li seranserê Tirkiyê belav bûye. Li Tirkiyê û herêmê, hema hema her kes 'ji xeynî çend hezkiriyên şer û sermayedaran'; her roj bi binçavkirin, girtin û mirinan ve şiyar dibe, tu beşek civakê tune ku ji vî şerî bandor lê neke û mexdûr nebe. Kurd û hêzên demokrat, di demeke dijwar û li hemberî şerek bê pîvan ve, rû bi rû mane. Koma desthilatdar ya AKP û MHP ê wekî kabîneya şer tevdigere, çi li hundir çi li der ve yê Tirkiyê, bi şer û tûndiya faşîzma xwe; roj bi roj ber bi jortir dibe. Bûyer û pêkûtiyên niha xistine meriyetê, ji şikenceyên salên 90 î bi rêk û pêktirîn jî bi bîr dixin. Wekî mirovan ji firokan avêtin, li qerekol û kelehkolan lêdan, îşkenceyên alenî û her wiha. Dîsa bi destên faşîstên nijadperest, kedkarên demsalî têne tehdîdkirin, kuştin û pêkûtiyên faşîzan cûr bi cûr li ser gelan, her roj tên meşandin.
 
Dabeşiya di nav civakê de gîhiştiye lûtkeya herî jor
 
Bi destê erk û îqtidara hevpar a faşîst AKP û MHP ê, ji ber xurtkirin û pêşî lê vekirina bûyerên nijadî ku li hemberî kurdan tê meşandin, dabeşiya di nav civakê de gîhiştiye lûtkeya herî jor. Ji rêzê dîtina kirêtî û xerabî bi awayek rêxistinî tê pêşxistin û li ser civakê tê ferzkirin. Ev erka kirêt li hemberî daxwaz û vîna jinên azadîxwazan re, bi bersiva destdirejî, tûndiya fizîkî heta bi qetilkirinan rebazên cûr bi cûr bi kar tîne ku kaosa nav civakê kûrtir bike. Her wiha li hemberî ciwanên tekoşîna demokratîk dimeşînin, her cûre êrîş li ser wan kêm nake; Ciwan têne tehdîdkirin û her cûre êrîş, rewa tê dîtin, îşkenceyan de tên derbaskirin. Girtiyên nexweş her roj bi mirinê re rû bi rû têne hiştin, yek bi yek tên qetilkirin, zindan bi siyasetmedaran, rojnamevanan, rewşenbîr û nivîskaran tên dagirtin. Baweriya civakê ji edalet û hiqûqê nemaye, dad bi tevahî di bin fermana qesrê de bi awayekî bendewar û muptela hatiye hiştin.
 
Li hemberê faşîzmê bi hev re têbikoşin
 
Em li hemberî vê xizan û hêjarkirinê, bangî li hemû gelên Tirkiyê dikin ku rêxistinbûyîna xwe ya civakî û demokratîk pêşxin û têbikoşin. Em dibên; werin mil bidin hevûdu, ji bo meşela azadiyê hemû bi hev re gur bikin, ji bo edalet, demokrasî û civaka aştiyane pêk bînin. Em dibên, werin vî welatî ji vê faşîzmê bi tev de xilas bikin, ji bo welateke hevpar, adîlane û demokratîk têbikoşin û ava bikin. Dem dema jarî û sistî, Roj roja seknê nîne. Ji bo maf, nasname û dahatûya gelên me, tekoşîna dîrokî bang li me dike!
 
Dem dema li hemberî faşîzmê avakirina demokrasiyê
 
Li hemberî vê rastiyê; divê em jî wekî gelên Kurdistanî bi rihek yekîtî, bi rêbazên demokratîk têbikoşin û faşîzmê têkbibin da ku dîrokek nûh nivîsandinê re amadebin! Em jî divê; mil di mil de, ewrên reşên faşîzan ku li ser çand, ziman, vîn, jiyan û hebûna me kon vegirtiye hilweşînin, ji her gavê zêdetir, ji bo berpirsiyariya xwe ya li hember dîrokê têbikoşin, dem ev dem e. Em, bi vê pêwistiya berpirsiyariya dîrokî; bangî hemû gelên Kurdistanî dikin. Dem dema li hemberî faşîzmê avakirina demokrasiyê, li hemberî şer pêkanîna aştiyê, li hemberî tecrîdê bidestxistina azadiyê ye. Bi dû tarîtiya çav bi çavan nakeve re, dem dema, ber banga herî nêzî ronahiyê ye. Dem dema dawî lê anîna desthilatdarî û koledariya ku dused sal in hatî ferzkirinê ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Berxwedan jiyane" bidawî bû.