Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewkî edliyê kirin

  • 13:55 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - 14 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin.  
 
14 kesên berî bi 3 rojan, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) a ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi reve bir de, hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên midûriyeta polîan sewqî edliyê hatin kirin. Li bendê ye ku dozger îfadeya wan bigire. 
 
Navê kesên hatibûn binçavkirin wiha ne:  Parlamentera berê ya HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Kocaman, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû ya ji peywirê hatibû girtin, Rêveberên berê yên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Çigdem Ektî û Mekiye Guzel, Hevseroka berê ya MEDYA-DER’ê Ayşe Dîcle,Rojnameger Hakki Boltan,  Rêveberê HDP’a Amedê Edip Binbir, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP’î Omer Fîlîtoglu, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Naîf Erdem û Mele Emin Ay, endamê Sendîkaya Pîşesaziya Enerjî û Madenê ya girêdayî KESK’ê Medenî Tûtşî, , Vahap Gunay û Huseyîn Kaya.”