Îtiraza li dijî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê

  • 13:42 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzer astengiya li ser ragihandina malpera înternetê ya Rojnameya Yeni Yaşamê ya www.yeniyasamgazetesi1.com îtîraz kir. 
 
Malpera înternetê ya Rojnameya Yeni Yaşam a “www.yeniyasamgazetesi1.com” bi daxwaza Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Walîtiya Hatayê û biryara Dadgeriya 1. Sulh Ceza, di 25'ê Îlonê de ji aliyê Sazuiya Ragihandina Agahî u Teknolojileri (BTK) ve hadtibû astengkirin. Parêzer biryara astengkirinê îtîraz kir û serî li Dadgeriya 1. Sulh Ceza ya Hatayê da. Parêzer di îtîrazê de diyar kir ku biryar li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ye.