Wesayîta koçeran qeza kir

  • 13:39 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Koçerên ji zozanan vedigeriyan, wesayîta wan qeza kir û di qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li nêzî Zozana Meydan Zengîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayeta koçerên ji Sêrtê yên ji zozanan vedigeriyan qeza kir. Di qezayê de jina bi navê Selîme Şenyuz jiyana xwe ji dest da û 4 zarok birîndar bûn.
 
Hat diyarkirin ku zarokên birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.