Rîçalên bi awayekî hevpar hat çêkirin, hat belavkirin

  • 13:35 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Di çarçoveya kampanyaya TJA'yê ya “Em Xwe Diparêzin” de jinan rîçalên li ser dirûşma kampanyayê hatibûn nivîsandin, belav kirin
 
Di çarçoveya kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma “Em Xwe Diparêzin” de hatibû destpêkirin jinan rîçalên li ser dirûşma kampanyayê hatibûn nivîsandin, li Colemêrgê belav kirin. Li ser kavanozên rîçalên li Çelê hatibû çêkirin dirûşmên “Em jinin em xwe diparêzin”, “Heqîqet evin e evîn jîyana azad e”, "Ji tecawiza jinê re bibêje na","Ji îstismar û zarokên bûk re bêjin na" hatin nivîsandin. Rîçalên ji aliyê jinan ve hat amadekirin li kuçeyên Yeni Mahale, Baglar, Bîçerê hatin belavkirin. 
 
Jinan bertekên erênî nîşanî aktivîstên TJA'yê dan. Aktivîstên TJA'yê peyama 'li dijî tundî, destdirêjî, tecawiz, îstismara zarokan bêdeng nemînin" dan.