Destnedayîna Tûma Çelîk hat rakirin

  • 13:29 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev biryar da ku destnedayîna parlamenterê Serbixwe Tûma Çelîk were rakirin. 
 
Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev a Meclîsê biryar da ku destnedayîna Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Tûma Çelîk ê bi sûcdariya “Êrişa biwesf a zayendî” û “gefê” fezleke hatibû amadekirin rakir. Ji bo biryarê dê li Desteya Giştî dengdayîn pêk were.