3’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê dest pê kir

  • 13:22 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna jinê dadmendî, aşitî û azadî ye" li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
 
Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Kongreya xwe ya 3'yemîn bi dirûşma "Têkoşîna jinê dadmendî, aştî û azadî ye" bi tevlîbûna Yekîtiya Suryanî, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûrî û hemû saziyên jin yên girêdayî Rêveberiya Xweser li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Hol bi pankartê bi nivîsa "Azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e" hatibû xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan, Sîham Qirbo kongre li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Jinên suryan ji bo mafê xwe û mafê gelê xwe li ber xwe da û heta niha jî li ber xwe dide. Jina suryan ji sala 2005’an de dest bi kar û xebatên xwe yên di nava Sûriyeyê de kir. Her wiha jin bi rêxistin kirin û tevlî kar û xebatên xwe kirin. Jina suryan ji bo mafê hemû jinan û bi taybet jina suryan tekoşîn û berxwedan kir.  Her wiha li pêşiya hemû astengiyan sekinî. Jinê di hemû astan de li berxwe da û rola jinê di nava siyasetê de bilind kir. Her wiha jina Suryan cihê xwe di hêzên leşkerî de girt û li hember neyaran şer kir. Em ê hîn bêtir kar û xebatên başdir bikin û ruhê berxwedanê mezin bikin." 
 
Paşê ji Koordînasiyon Giştî ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, Lîna Berekat wiha pê de çû: "Jinên Suryan taybetmendiyek wan a berxwedanî heye, li hember hemû zehmetiyan radiwestin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Jina Suryan bi hebûna xwe parastina welat û axa xwe kir. Îro jin bi biryarên xwe li ser piyan in û bi biryarên xwe kar û xebatên xwe bi rê ve dibe. Em niha di aloziyekê de dijîn, her wiha di derheqê jinan de gelek sûc tên kirin. Ji ber vê pêwist e em hemû jin bibin yek û li hember desthilatdaran têkoşîn bikin."
 
Paşê li ser navê Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim, kongre pîroz kir û  wiha domand: "Di destpêkê de ez vê kongreyê  li tevahî jinên Suryan pîroz dikim. Jinan di demên berê de pir zehmetî didîtin, lê niha bi îrade û berxwedana xwe hebûna xwe mayinde dike. Ev hemû jî bi israr û îradeya jina azad pêş kêtin. Niha em hemû pêkhate bi ruhê wekheviyê û edaletê dijîn."
 
Li ser navê Koordînasyona Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Mistefa jî wiha got: "Lidarxistina vê kongreyê, di demeke wiha hesas de bersivdayîna hemû şer û pilanên ku li ser me têne kirin e ku bi taybet dixwazin îradeya jinê bişkînin.  Îro kombûna me li vê derê serê xwe berxwedanek mezin e û hebûna xwe nîşandan e. Pêwist e em hemû jin bibin yek dest da ku em bigihêjin armancên xwe."
 
Paşê 5 jin ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
 
Kongre bi xwendina raporên du salan a Yekîtiya Jinên Suryan a ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jınên Suryan Ilham Miltî ve dewam dike.