Ji ber pandemiyê şert û mercên girtîgehê girantir bûn

  • 09:09 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
 
ENQERE - Endama MYK'a ÎHD'ê  Nuray Çevîrmen, diyar kir ku ji ber rewşa pandemiyê şert û mer li girtîgehan girantir bûne û ji bo kesên ku diçin nexweşxaneyê jî 14 rojên karantînayê ku girtî tê de tên hiştin veguheriye îşkenceyê.
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  li girtîgehên li Tirkiyeyê û li herêmê 604 jê nexweşên giran bi giştî 605 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin. Li  gel astengkirina dermankirinê ya girtiyên nexweş belavbûna şewbê li girtîgehan jî xeteriya belavbûna nexweşiyê jî roj bi roj zêde dibe û rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. 
 
 Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, derbarê rewşa girtiyên nexweş de nirxandin kir. 
 
'Bi êşa dikişînin razî dibin'
 
Nuray diyar kir ku girtiyên nexweşên kronîk di serdema pandemiyê de piştî diçin nexweşxanê li vegerê 14 rojan di karantînayê de tên hiştin û ev rewş jî wan bêhtir dike zorê. Nurayê anî zinan ku girtiyên nexweş bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û wiha berdewam kir,"Dema bibin nexweşxanê û tînin tenê dimînin û derî li wan nayê vekirin. Ji ber wê nikarin bi tu kesî re têkiliyê daynin û piştgiriyê bigirin. Ji ber vê jî girtî zahmetiyê dikişînin. Ji ber vê rewşê jî tu girtiyên nexweş naxwzin biçin nexweşxaneyê û bi êşa xwe razî dibin. Yên ji mecbûrî diçin jî 14 rojên karantînayê ji bo wan vediguherin îşkenceyê."
 
'Ji nexweşiyan re vekirî ne'
 
Nurayê diyar kir ku li gel şert û mercên nebaş xwedîkirina girtiyan jî baş nayê kirin û ev tişt got, "Ji ber ku girtî baş nayên xwedîkirin di warê tendirustiyê de lawaz dibin û hêsantir nexweşî li wan peyda dibin. Nexweş di bin şert û mercên giran de dijîn.  Girtiyên nexweş li gel raporên 'nikarin di girtîgehê de bimînin' jî girtî dimînin. Banga xwedîderketina li girtiyan dikin."
 
'Di warê psîkolojîk de jî têk diçin'
 
Nurayê bal kişand ser binpêkirina mafan ku bandora neyînî li ser psîkolojiya girtiyan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Mafê girtiyan ê axaftina bi telefonê, girtina pirtûkan, rojname û kovaran tê astengkirin. Mafê wan ê hevdîtinê bi malbatên wan re nayê dayîn .Dema ku ev hemû dikevin ser hev jî psîkolojiya girtiyan têk diçe. Divê her kes di vî warî de hestiyar tevbigere."
 
Girtiyên jin ên nexweş
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a herêma Anatolyaya Navîn navên girtiyên jin ên nexweş wiha ne: "Ahîret Turan,  Gulşan Adet, Pinar Tîkît, Muhlîse Karaguzel, Zerga Acar, Ozgul Yaşa, Aslihan Gencay, Canan Utangaç, Dîlber Tanrikulu, Fadik Adiyaman, Fatma Aşkin, Hatîce Erol, Nazli Soglîn, Seynur Ozdemîr, Şîlan Çetîner, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Bîngol."