‘Gelê Efrînê li dijî êrîş û dorpêçê berxwedana xwe didomîne’

  • 09:06 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
Ferîda Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li navçeya Şêrewayê dimînin têkildarî rewşa gel a di nava êriş û dorpêçê de da zanîn ku gel li dijî êriş û topbaranê berxwedana xwe didomîne û wiha gotin:"Tevî êriş, dorpêç û astengiyên jiyanê gel berxwedana xwe didomîne û li dijî hemû kiryarên ku dixwazin vîna wan bişkîne, têdikoşin."
 
Navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê ku bi hezaran şêniyê Efrînê tê de dijîn û berxwedana xwe li wir didomîn, rojane di nava êrîş û dorpêçê de ye. Dewleta tirk bi rêya êrîş û dorpêçê, hewil dide îrade, baweriya gel bişkîne û wan mecbûrî serweriya xwe bike. Derbarê rewşa jin, zarok û gelê navçeya Şêrewayê jinên Efrînê yên navçeya Şêrewa nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Ji bo perwerdekirin û zanekirina jinan em tev digerin'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêrewayê,  Zeyneb Sîdo bal kişand ser rewşa jin û zarokan a li navçeyê û wiha pê de çû: "Em di navçeyê  de kar û xebata xwe li ser esasê perwerdekirina jinan û zanebûna wan a li hember êrîş û gefên dewleta tirk, didin meşandin. Em jinan perwerde dikin ji bo ku karibin li hember êrîşan xwe û zarokên xwe biparêzin, her wiha dev ji xaka xwe bernedin. Jinê rol û hebûna xwe di nava xebatan de girtiye û li pey fikrê azad têkoşîna xwe berdewam dikin."
 
'Jinê êdî sînorê adet û şermê derbas kir'
 
Endama Mala Jinê ya navçeya Şêrewayê Fehîme Îbiş bal kişand ser pirsgirêkên ku jin di civakê de tê de derbas dibe û wiha domand: "Ev nêzî 2 salan e me navenda Mala Jinê vekiriye û tê de tevahî jinan himbêz dikin. Ji bo perwerde û fêrkirina wan em di nava tevgerê de ne. Mala Jinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hat vekirin û mafê wan diparêze. Mafê jinê di bin navê adet û şermê  de di civakê de hatibû çewisandin, lê bi pêşketina fikrê azad, êdî jinan ew sînor derbas kir. Em ê her jinê li hember zîhniyeta desthilatdar zane bikin ji bo ku karibe bi mafê xwe ya jiyanê bang bike."
 
'Berxwedana me wê ji êrîşên tirkiyê re bibe bersiv '
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Navçeya Şêrewayê Leyla Dedo bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Şêrewayê û wiha got: "Di nava gundê Soxanek û Aqîbê de rojane dewleta tirk opîsên xwe davêjin wir. Bi êrîşan re agir bi daristanan dikeve şaredarî, meclîs û komîn bi hev re dibin alîkar û agir vedimirînin. Em li kêleka gel disekinin û piştgiriya wan dikin. Em ê li Şêrewayê berxwedana xwe bidin meşandin û li hember êrîşan bibin bersiv. Em ji bilî Efrînê berê xwe nadin tu deveran ."
 
'Dijmin dixwaze metirsiyê bike dilê me'
 
Dayika bi navê Zeloh Memo ya ji gundê Soxunekê yê navçeya Şêrawayê derbarê rewşa xwe de wiha got: "Dewleta tirk a dagirker rû bi rû êrişî me dike. Dixwaze metirsiyekê di dilê me de bide çêkirin, lê tu carî daxwaza wan wê neyê pêkanîn. Li hember van êrîşan hemû dewlet bêdengiya xwe diparêzin. Em terka axa xwe nakin."