'Şerê taybet civakê ber bi hilweşandinê ve dibe'

  • 09:03 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê derbarê xeteriya şerê taybet a di nava civakê de û bandora şerê taybet ê li ser ciwanan nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Ciwan dînamîka civakan e, dewletên hegemon ji bo hilweşandina civakê şerê taybet li ser mêjiyê ciwana dide meşandin. Li hember xeteriya şerê taybet xweperwerdekirin girîng e." 
 
Şerê taybet yek ji şêwaza şerê ku mêjî hedef digire ye. Bi hêzeke bê sînor di nava civakê û dînamîkiya wê de tê birêxistinkirin. Bi xwe re jî şerê bîrdozî, çandî, civakî û mirovî tîne. Têkildarî mijarê jinên Kantona Efrînê derbarê xeteriya şerê taybet ê di nava civakê de û bandora wê ya li ser ciwanan nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Ji şerê leşkerî zêdetir şerê taybet bi bandor e'
 
Jina ciwan a bi navê Zeyneb Nesan da zanîn ku armanca şerê taybet dagirkerî, tevlîhevî, belavkirin  û helandina civakê ye û wiha pê de çû: "Ger ku mirov wateya rast a şerê taybet şîrove bike, dê xeteriya wê ji şerê leşkerî zêdetir bibîne. Ne tenê şerê leşkerî xerabûn û helandina civakê dide çêkirin.  Gelek şer hene ku bi rêbazên cur be cur civakê ber bi hilweşînê ve dibe, yek ji wan şeran jî şerê taybet e. Şerê taybet bi rengekî bi lez xwe di nava mêjiyê civakê de dide rûniştandin. Ev yek xetereyeke mezin li ser civakê dide çêkirin."
 
'Li dijî şerê taybet perwerde girîng e' 
 
Zeynebê di dawiyê de bal kişand ser girêdana şerê taybet a bi şerê derûnî ve û wiha bi dawî kir: "Bi şerê taybet re şerê derûnî jî tê kirin. Armanc ew e ku tirsê di nava civakê de bide avakirin, mirovan bi rêbazên xwe yên serwer û kapîtalîst bandor bikin.  Ji bo wê em her dibêjin xweperwerdekirin û zanekirin girîng e."
 
'Şerê taybet dest davêje koka civakan'
 
Jina bi navê Gulîstan El-Memo jî xetriya şerê taybet û bandora wê ya li ser ciwanan anî ziman û ev tişt got: "Şerê taybet di nava xwe de dagirkerî, tevlîhevî, dûrxistina ji çand û helandina civakê dihewîne. Her wiha armanca sereke ya şerê taybet ew e ku ciwanên li pey doza xwe diçin û dixwazin heqîqeta desthiledaran nas bikin, bê vîn bihêle. Bi rêbazên veşartî dixwaze dest bavêje koka civakê. Ji bo ku civak û ciwan bikaribin li dijî şerê taybet xwe biparêzin, pêwist e xwe pêş bixin."