Jin di çarçoveya kampanyaya 'Em Xwe Diparêzin' de hatin gel hevdu

  • 08:49 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
AYDIN - Jinên di çarçoveya kampanaya 'Em Xwe Diparêzin' de li Navçeya Ortaklarê hatin gel hevdu banga xweparastina li dijî êrîşên li ser jin, xweza û dîrokê kirin. 
 
Bi beşdariya aktivîstên TJA'yê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jin di çarçoveya kampanaya 'Em Xwe Diparêzin' de li Navçeya Ortaklarê ya Aydinê hatin gel hevdu. Di hevdîtina li avahiya HDP'ê hat kirin de Leyla axaftineke kurt kir. 
 
Leylayê diyar kir ku armanca kampanyaya ku cara yekem strata wê li Amedê hat dayin ne tenê xweparastina jinê ye, di heman demê de xweparastina xwezayê ye jî û wiha got:"Hûn nikarin Sûr û Heskîfê, dîroka me hilweşînin. Niha dewletê konsepteke nû derxistiye pêş. Bi destên çawişên pispor, jandarmayê hişbirê di nava Kurdistanê de belav dike. Her wiha bi vê rêyê tecawiz û destdirêjiyê li jinên kurd dike. Mûsa Orhan got 'tiştek bi min nayê kesên xurt li pişta min in'. Çimkî dewlet vê baweriyê dide wan û dibêje hûn dikarin êrişî jinên kurd bikin."
 
'Cîhan li me temaşe dike'
 
Leylayê da zanîn ku yek ji sedema êrişa li jinê tê kirin ew e ku jin wekî kole tên dîtin, loma tenê wekî birêserekê nêzî jinê dibin û wiha dewam kir:"Jinên kurd li dijî DAÎŞ'ê şer kir û serkeftineke mezin bi dest xist. Cîhan li me temaşe dike û pesnê lehengiya jinên kurd dide. Lê belê li vir jî di nava malê de tundî li jinan tê kirin. Lê belê em îradeya kesên tundiyê dikin nas nakin."
 
Çalakî bi axaftina jinan bi dawî bû.