Jin ji bo peymanê cara 11'emîn hatin gel hev
- 08:33 2 Cotmeh 2020
- Rojane
MUGLA - Platforma Jinan a Muglayê, bi dirûşma "Peymana Stenbolê dide jiyîn" cara 11'emîn çalakiya xwe li dar xist.
Platforma Jinan a Muglayê, li dijî betalkirina Peymana Stenbolê hat gel hev. Jinên ku çalakiya xwe ya heftane cara 11'emîn li dar xistin pankarta bi dirûşmên, "Peymana Stenbolê pêk bînin", "Qanûna 6284 pêk bînin" vekirin û dowîzên ku li ser navê jinên hatin qetilkirin û "Peymana Setenbolê dide jiyîn" li ser nivîsandî vekirin.
Jinan piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşman çalakiya xwe bi dawî kirin.