Zarokek bi awayê bi gûman hat qetilkirin
- 15:36 1 Cotmeh 2020
- Rojane
AMED - Li Peyasa Amedê zarokek bi awayê bi gûman hat qetilkirin.
Li navçeya Peyas a Amedê Nursîn Kose ya 17 salî, bi awayê bi gûman hat qetilkirin. Hat îdiakirin ku Nursîn a hat qetilkirin malbata wê xwestiye wê bi darê zorê bizewicîne.
Nûrsîn a ku berî bi 3 rojan li malê birîdar hatibû dîtin bi ambulansê rakiribûn Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî. Nursînê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê Nursînê li Goristana Peyasê hat definkirin. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.