Leyla Guven: Em serî li dijî dewlet, bav û mêr natewînin

  • 15:27 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku di çarçoveya kampanyaya TJA'yê ya "Em Xwe Diparêzin" de beşdarî çalakiya li Îzmîrê bû wiha got:"Kî li dijî me tundiyê bike em li dijî wan xweparastina rewa bikin. Em serî li dijî dewlet, bav û mêr natewînin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li Parqa Ûgûr Mûmcû ya Guzel Tepe ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê, bi jinan re hat gel hev. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgor û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. 
 
 ‘Wê TJA li hemberî komkujiyên jinan serî netewîne’ 
 
Leyla, diyar kir ku yek ji armancên kampanya TJA’yê derxistina holê ya komkujiyên li hemberî jinan e û wiha got: “Wê TJA li hemberî komkujiyên jinan serî netewîne. Em ne namûsa kesî ne. Namûsa me welatê me û azadiya me ye. Divê em ji bo vê têbikoşin. Wê jin biqîrin dinyayê. Em ê serî ji tundiya we mêran re netewînin û xweparastina xwe bi pêş bixin.  Em ê jiyaneke bêxweparastin qebûl nekin. Ji bo vê yekê pêwistî bi rêxistinbûneke baş heye. Dema ku Sakîna Cansiz li Zindana Amedê tuyê ser çavê Esat Oktay kir ev dîrok derket holê. Arîn Mîrkan ji bo Girê Miştenûrê nekeve laşê xwe kir bombe û bi ser DAIŞ’ê ve meşiya. Çareserî li wir hat afirandin. Jin tu carî bê çare nemaye.”
 
‘Dewletê heta astekê mêr tirsandiye lê bi jinan serî netewandiye’
 
Leyla, da zanîn ku jinên kurd gelek êş kişandine û ev tişt anî ziman: “Dewletê heta astekê mêr tirsandiye lê bi jinan serî netewandiye. Lewre jin Gulten Kişanak e ku bi kûçikê Esat Oktay re 6 meh di heman hucreyê de ma. Jin Sebahat Tuncel e ku tu carî serê xwe ji zilmê re natewîne.  Lewre dizanin heke jin şiyar bibe wê  civak şiyar bibe.”