Li Qersê ji bo 21 kesî dema binçavkirinê hat dirêjjkirin

  • 15:00 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
QERS - Li Qersê bi ser malan de hat girtin, hevşaredara bajêr Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin. Ji bo kesên hatin binçavkirin dem hat dirêjkirin û hat diyarkirin ku wê 4 rojan di bin çavan de bên girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qersê hat destpêkirin de serê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di encama serdegitinên hatin kirin de Hevşaredara Qersê ya HDP'yî Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê bajêr jî di nav de 21 kes bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin. 
 
Parêzerên 21 kesên hatin binçavkirin bi wan re hevdîtin kirin, dozgeriyê jî dema binçavkirinê 4 rojan zêde kir. Hat diyarkirin ku wê îfadeya kesên hatin binçavkirin roja duşemê bê girtin.