Konferansa 2'emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir

  • 13:02 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Konferansa 2'emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê, bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin" li bajaroka Rimêlanê dest pê kir.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê 2'emîn konferansa xwe bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin"  bi tevlîbûna 650 delegeyan li Çand û Hunera Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan ya girêdayî Kantona Qamişloyê dest pê kirin. Hola Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Em ê dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê têk bibin û em ê bi ser bikevin", "Bi rihê ciwanên şoreşger û berxwedêr em ê dagirkerî û îxanetê hilweşînin tekoşînê bi ser bixînin" hatibû xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerzan Mihemed konferans li tevahî ciwanan pîroz kir û wiha got: "Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Ev meha ku em tê de dijîn meheke dîrokî ye em hemû şehîdên meha cotmehê bi bîr tînin. Meha Cotmehê meha dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê ye, ji roja ku hatiye dagirkirin heta roja îro berxwedan û têkoşîna ciwanan li hember dagirkeriyê dewam dike. Bi vê wesileyê em konferansa xwe li dar dixînin, bê guman wê ev konferans bi rojevên xwe yên têr û tije were nirxandin. Li gor vê konferans wê bernameyên xurt werin amadekirin. Her wiha wê ciwan bi rêxistinkirina xwe hemû pilanên dijminan vala derbixînin. Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî ser bixînin." 
 
Paşê rapora salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Avrîn Mehmûd ve hate xwendin.
 
Konferans bi nirxandinên rapora salane û pêşkêşkirina sinevîzyonek li ser kar û xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger dewam dike.