Hozan Canê serbest hat berdan

  • 10:45 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda kurd Hozan Canê serbest hat berdan. 
 
Hunermenda kurd Hozan Canê welatiya Almanyayê ye û di 24'ê hezîrana 2018'an de di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Eneza Edîrnê tevlî bernameyê bibû. Li vir bi hinceta "endamtiya rêxistinê ye " hat binçavkirin û hat girtin. Di cotmeha 2018’an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. 
 
Herî dawiyê jî bi hinceta ku heqaretê Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye jî salek û 5 meh cezayek din hatibû dayîn. Li gorî agahiya parêzer Newroz Akalan Canê duh hatiye tehliyekirin. Ji bo canê qedexeya derketina dervê hat dayîn. Danişîn dê di 20'ê cotmehê li Edîrneyê bê dîtin.