Malbatê gilîyê xwe vekişand, gumanbar hat berdan

  • 09:15 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Mîdyata Mêrdînê mêrê bi navê Ezber Akyuz ê li hember zarokê êrîşa zayendî pêk anîbû, piştî 12 roj girtinê hat berdan. Şêniyan gumanbar ji taxê qewirandin.
 
Li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê d 4’ê îlonê de mêrê bi navê Ezber Akyuz êrîşa zayendî li zarokekê kiribû. Li ser giliyê malbatê gunanbar hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan. Malbatê cara duyemîn çû qerekolê gilî kir û di 10’ê îlonê de Ezber Akyuz hat binçavkirin û ji sûcê ‘Êrîşa zayendî yê li hember zarokan’ hat girtin. Zarok ku îfadeya wê li Navenda Şopandina Zarokan hat girtin diyar kir ku êrîşa zayendî ji aliyê Ezber Akyuz ve lê hatiye kirin. Gumanbar yê 12 rojan girtî ma, piştî malbatê gilî şûnde kişand hat berdan.
 
Jinan gilî kir
 
Şêniyên li taxê destnîşan kirin ku navbera gumanbar Ezber Akyuz û malbata zaroka êrîşa zayendî lê hatiye kirin de pevçûn derketiye û du kes birîndar bûne. Şêniyan got Ezber Akyuz 6 roj şûnde hatiye girtin. Cendermeyên ji bo îfadeyê bigirin çûn taxê û gelek jinan gilî kir.
 
Gumanbar ji taxê hat qewirandin
 
Gumanbar Ezber Akyuz ê li ser vekişîna giliyê malbatê hat berdan, ji aliyê şêniyên taxê ve ji taxê hat qewirandin.