'Edeleta Erdogan tenê ji bo diz û bazirganan heye'

  • 09:14 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Abdulkadîr Kuday ê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, hat diyarkirin ku ji lingê xwe felç bûye û ranekirine nexweşxanê. Dayika Abdulkadîr Salîha Kuday bertek nîşanê rewşê da û got: “Edeleta Erdogan tenê ji bo diz û bazirganan heye.”
 
Li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 a Tekîrdagê bi hinceta vîrusa korona ji meha Adarê de girtiyan nabin nexweşxaneyê. Abdulkadîr Kuday yê 47 salî ku li heman girtîgehê tê girtin û hat hînbûn ku felç bûye, dayika wî Sakîne Kuday destnîşan kir ku tevî kurê wê ji lingê xwe felç derbas kiriye jî nehatiye dermankirin û ranekirine nexweşxaneyê.
 
‘Kurê min nebirine nexweşxaneyê’
 
Sakîneyê destnîşan kir ku kurê wê cezayê muebetê lê hatiye birîn, 6 sal e ku girtiye û got: “Di salên borî de di serdegirtinên koxuşan de li girtiyan didan û li ser vê pişt û çîmên kurê min êşiyan. Kurêmin di hevdîtina dawî de bi kulkulanekê hat gel me. Sala borî bi ser koxuşa wan de girtin. Ji ber lêdana ku lê hat kirin bi rojan di nava nivînan de maye. Niha çima wî ya rastê felç bûye û nikare rabe ser piyan. Bi mehane bi hinceta vîrusê nabin nexweşxanê. Gelo ev edelet e. Ez bi salane bi hesreta kurê xwe me. Tekîrdag dur e. Tevî bi dehan carî me daxwazname da jî sewî ji bo cihekî nêzî me nayê kirin.”
 
‘Êdî bes e’
 
Sakîneyê di berdewamiyê de bertek nîşanê ne dermankirina kurê xwe da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min bi mehan e êşê dikşîne. Erdogan qanûna te ne qanûn e. Çima tu van dikî. Kurê min ji ber êşa canê xwe bê hal e. Bi salane nikarim biçim cem kurê xwe. Êdî bes e. Ew maye ku kurê min seqet bimîne. Em nizanin di çi rewşê de ye.”