‘Pirsgirêkên gel nayên çareserkirin’

  • 09:09 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Welatiyên li taxa Bayirli ya Artemît a Wanê dijîn, diyar kirin ku şaredariya AKP’î naxebite û tu hewcedariyên wan nayên cih.
 
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li Wanê 10 şaredarî ketin destê HDP’ê, lê bi hinceta hevşaredarên Ebex, Artemît û Tuşbayê bi KHK’ê hatibûn îxrackirin mazbatayên wan nehatin dayîn. Di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Li Artemîtê jî mazbata dan namzetê AKP’î. Gel li dijî vê bi bertek e û şêniyên navçeyê diyar kirin ku tu xebat nayê meşandin û pirsgirêkên dijîn ji ajansa me re vegotin.
 
‘Pirsgirêkên gel li ber çavan nayên girtin’
 
Jina bi navê Sabîha Tuncer jî daxuyakirin ku rewşa wan a aborî nebaşe, hevjînê wê ji bo kar serî li şaredariyê daye lê negirtine kar û got: “Ji roja şaredarî ket destê AKP’ê tu pirsgirêkên gel li ber çavan nehatine girtin.Zarokê min 3 salî ye, ew jî ji qirêjiya navçeyê neheret e. Ji ber vê vîrusê qe nebe divê mehê carekê kolan bên şûştin.”
 
‘Gelaş nayê komkirin’
 
Gurbet Tuncer jî bertek nîşanê qirêjiyê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne rê tên paqijkirin ne gelaş tê komkirin. Li taxê sewalek telef dibe bi rojan li erdê dimîne. Em alîkariyê dixwazin dibêjin ‘ne kal û pîr ne jî xwendekarên we hene’. Lê em nikarin debara xwe bikin. Şaredariya berê ku di destê HDP’ê de bû dihat taxê. Lê ji roja ketiye destê AKP’ê kes nayê taxê.”
 
‘Em jê nerazî ne’
 
Xûnav Şahîn jî daxuyakirin ku kurê wê di girtîgehê deye, hevjînê wê nexweş e û wiha bertek nîşan da: “ Şaredarî li rewşa gel napirse. Li vê taxê rewşa gelek welatiyan nebaşe. Alîkariya xurekê jî bê kirin başe. Em serî li şaredariyê didin dibêjin ‘temam’ û carek din deng ji wan nayê. Şaredar me guhdar neke, rewşa me nebîne bêguman em jî jê ne razîne.”
 
‘Li gorî kêfa xwe tevdigere’
 
Jina bi navê Sêvê Bîlîr jî balkişand ser pêvajoya vîrusê û got: “Di pêvajoya vîrusê de me zehmetî kişand. Rewşa me nebaşe. Me piştgiriya aborî negirt. Şaredarî li gorî kêfa xwe tevdigere. Li gorî dilê xwe kesan digirin kar.”
 
 
Senem Demîrayak û Perîhan Tuncer jî wiha gotin: “Şaredarî neçare alîkarî bide şêniyên rewşa wan nebaş. Tu car nayên taxê. Şaredarî pirsgirêkên me guhdar nake. Alîkariyekê nade.”