Jinan banga têkoşîna hevpar kir

  • 09:03 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên HDP’î diyar kirin ku desthilatdariya ketiye zorê êrîş dike, nikare welat bi rêve bibe û gotin armanca desthlatdariyê eve ku rejîmê biguhere. Jinan banga têkoşîna hevpar kir.
 
Çalakiyên ji bo Kobanê hincet hatibûn nîşandan û di navde parlamenterên HDP’ê, endamên MYK’ê yên HDP'ê yên sala 2014’an jî heyî 82 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî van binçavkirinan didomin. Jinên HDP’yî bertek nîşan dan û gotin AKP her cara dikeve zorê êrîş dike û banga têkoşîna hevpar kirin.
 
‘Kes nikaribû li dijî komkujiyê bêdeng bimana’
 
Hevseroka HDP’a Konakê Hayat Îzgî diyar kir ku di êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê de Tirkiyeyê destur da ku peşmerge ji sînor derbas bin û got mirov nikaribûn li dijî kuştin û tecawizan bêdeng bimana û wiha berdewam kir: “Em her tim li alî aştiyê bûn. Ji vir şûnde jî em ligel bindestan e. Dixwazin HDP’ê tenê bihêlin. Ji ber HDP muxalefetê dike.”
 
‘Armanca desthilatdariyê guhertina rejîmê ye’
 
Hevseroka HDP’a Torbaliyê Gulcan Kizildag jî destnîşan kir ku êrîşa li hember partiya wan bi girtina hevserokên giştî yên DHP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş dest pê kiriye û got: “Desthilatdarî her ku têk diçe êrîş dike. Armanca desthilatdariyê ev e ku rejîmê biguhere.”
 
‘CHP qels tê dîtin’
 
Gulcîhanê daxuyakirin ku li Torbaliyê hilbijêrên HDP’ê li dijî CHP’ê ji ber qelse bi helwestin û got: “CHP her diçe nêzî baskên Ergenekon û netewperest yên nav xwe dibe. Daxuyaniyên CHP’ê yên der barê binçavkirinan de qels bûn. Bi rastî divê em bibin yek. Divê gelê me pêngavên şênber bavêje. Alîgirên CHP’ê jî bi hêrs in. Bi taybet Elewî. Ew jî CHP’ê qels dibînin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Heta neyê çareserkirin jî demokrasî wê pêş nekeve.”
 
‘Divê eniyek yekbûyî bê avakirin’
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur jî bi lêv kir ku hewl têdayîn civak ji ser HDP’ê bê çewisandin û Tirkiye bi awayekî dijhiqûqî tê bi rêvebirin. Besriyeyê ev tişt anî ziman: “Binçavkirin bi operasyona qirkirina siyasî hat kirin. Heftyek berê jî li hember sosyalîstan êrîşek hebû. Hewl didin kesên îtîraz dikin, şaşiyan dibêjin aboriyê tînin ziman biçewisînin. Nikarin welat bi rêve bibin. Li derve şer li hundir şer. Dixwazin girseya xwe bi şer ligel hev bigirin. Li dijî vê divê hemû kes dengê xwe bilind bike. Divê bi hev re deng bê derxistin û li dora HDP’ê bibin xelek. Divê eniyek yekbûyî bê avakirin û têkoşîneke hevpar bê kirin.”
 
Endama PM'ê ya HDP’ê Ayfer Demîrel jî nêrîna xwe anî ziman û got partiyên berî HDP’ê jî heman rewş jiyane û got: “Di bûyerên 6-8’ê cotmehê de 50 kesî jiyana xwe ji dest da û navê yek kesî ji aliyê deshtilatdariyê ve nehat telafuzkirin. Ev jî nêrîna desthilatdariyê nîşan dide. Ji bo bertek nîşanê çavsorên DAIŞ’ê bê nîşandan, bêguman divê gel daketiba kolanê. HDP’ê di 2014’an de gelek pêşnûme dabûn lê ev yek nehatin qebûlkirin. 6 sal şûnde dixwazin bi operasyonê gel bînin hember hev. Polîtîkayên wan yên şer bi ser neketin. Ger muxalîf nebin yek wê sibê gelek dereng be.”