Li Mexmûrê turnuvaya futbolê ya jinên ciwan dawî bû

  • 08:50 1 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinên ciwan di çarçoveya pêngava bi navê “Em dibêjin na” de çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di nava rêzeçalakiyan de  Turnuvaya futbolê ya jinan hatibû destpekirin dawibû.
 
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya kampanyaya "Em dibêjin na" de dest bi çalakiyên cur bi cur kirin. Kampanyaya ciwanan di 27’ê tebaxê de hat destpêkirin û jinên ciwan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan û şîdeta li hemberî jinê.
 
Di çarçoveya pêngavê de turnuvaya futbolê di 19’ê Îlonê de hat destpêkirin bi dawî bû. Turnuvaya futbolê bi navê ‘Lîstikên bi zihniyeta baviksalarî hatin pêşxistin re na’ tê lidarxistin. Turnuvaya futbole diyariyê Nûcan Serdoz hat kirin. 4 tîm dê tevlî turnuvayê bûn û ev turnuva bi listiktina taxa 1 û taxa 2 dawî bû. Taxa 3 bi pênaltiyan serket. 
 
Berîya listika finalê were destpê kirin deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê TJCM’ê Viyan Budak axivî û got: "Ev turnuvaya ku me daye destpêkirin li ser  pêngava ‘Em Dibejin Na’ me daye destpêkirin. Ew turnuva diyariya Şehîd Nucan Serdoz hatkirin. Di çarçoveya pêngava 'Em Dibejin Na' de, em piştgiriya  didin pêngava KCK’ê û KJK’ê. Em wekî jinên ciwan emê pêşengtiya  xwe ji bo pêngavên hati destpekirin bikin. Em bang tevahî jinên ciwan dikin  têvlî pêngavên KCK’ê û KJK’ê bibin”.