Li Şehbayê ji bo zarokên pakrewanan şahiyek hat lidarxistin

  • 14:09 30 Îlon 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji bo zarokên pakrewanan şahiyek li dar xist. 
 
Bi armanca kêfxweşiya dilê zarokan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji bo zarokên pakrewanan şahiyek çê kir. Şahî li hola navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê bi beşdariya zarokên pakrewanan û mêvanên ji tevahî sazî û dezgehên sivîl pêk hat. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axaftin kir û wiha got: "Şehîdên ku canê xwe di oxira azadiya welat de feda kirin, ew ronahiya seberoja jiyana me ne.  Hemû zarokên pakrewana siberoja civaka me ne. Xwedîderketina li van zarokan erka me ya sereke ye."
 
Paşê li ser navê zarokên pakrewanan ji bo Saziya Gaziyên Berxwedana Serdemê spasnameyek hat diyarkirin.  
 
Piştire Koma Şehîd Rohînde ya Tevgera Kevana Zêrîn ji bo zarokan stranên xwe gotin. Her wiha koma Şehîd Ronahî ya govendê derket ser dikê.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.