Nivîskar û helbestkaran bertek nîşanî êrişên li ser HDP'ê dan

  • 11:36 30 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê têkildarî binçavkirina HDP'yîyan de anîn ziman ku êrişên li dijî HDP'ê ne adîlane û hiqûqî ye û wiha gotin:"Êrişên li dijî HDP'ê biryareke siyasî ye. Divê hemû HDP'yîyên ku hatine binçavkirin demildest bên berdan." 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên HDP’î yên ku têkildarî buyerên Kobanî hatin binçavkirin dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişên li dijî HDP'ê nayên qebûlkirin û divê hemû alî li dijî van êrişên nehiqûqî bisekinin. Her wiha hat gotin êrişên li dijî HDP'ê biryareke siyasî ye. Divê hemû HDP'yîyên ku hatine binçavkirin demildest bên berdan."