'Em ê li dijî desthilatdariyê li ber xwe bidin'

  • 10:25 30 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Bi sedan rojnameger, aktîvîst û siyasetmedar bi metnekê hevpar daxwaza serbest berdana siyasetmedarên ku hatine binçavkirin kirin û gotin: "Çawa ku em li dijî zayendperestiyê li ber xwe didin, em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê jî li ber xwe didin. Em banga serbest berdana hevalên xwe dikin.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta çalakiyên Kobanê yên di 5-8'ê Cotmehê de têkildarî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Bi sedan rojnameger, aktîvîst û siyasetmedar li dijî binçavkirinan metnekê hevpar îmze kirin û xwestin siyasetmedar serbest bên berdan. Derbarê mijarê de jî daxuyaniyekê niviskî weşandin.
 
Di daxuyaniyê de diyar dikin ku neheqî û bêhiqûqî berdewam dike û daxuyanî wiha didome: “25ê Îlonê me çavên xwe bi nûçeyên desteserkirinan vekir. Ev ji bo ne tiştekî nû ye. Hewl dan ku bi operasyoneke tesfiyekirinê, hevalên me yên di nava HDPyê de têkoşînê dikin tesfiye bikin û li hêla din jî hewl dan medyaya civakî bi navê 'Tevgera Bênavan' krîmînalîze bikin. Di her du operasyonan de jî rêhevalên me bi neheqî, bêhiqûqî û bi derewan ji nava me birin. Em ango jin, van rêhavelên xwe ji wê têkoşîna ku em ji bo jiyan nas dikin ku em vê têkoşînê ji bo jiyanên xwe didin. Her weha em şahide têkoşîna wan in. Ev rêhevalên me gava hewce dike li meclîsê û li her derê dibin dengê me û em bi hev re jiyanake wekhev û azad û mafên xwe diparêzin. Şert û mercên desteserkirinan, nirxê mirovan tine dihesibînin. Ev şert û merc di dema pandemiyê de gihîştiye asteke metirsîdar. Ji ber vê rewşê em ji bo hevalên xwe metirsîdar in.
 
Em bêdeng namînin
 
Kesên ku beriya niha ji bo heman tiştî îfade dane, kesên ku Dadgeha Destûrî ji bo wan gotiye mafên wan hatiye binpêkirin, malên wan, navnîşanên wan diyar in, piştî 6 salan bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi hincetên pêkenî yên weke 'guman heye baz bidin' û 'ihtimal heye delîlan tine bikin' bi serdegirtinên malên wan, di saetên sibehê de hatine desteserkirin. Em dizanin ku ev operasyon ne hiqûqî lê siyasî ye. Lewre ev tişt ji bo Zaynal Abarokovî nayê kirin ku Gulistan Dokuya bi mehane winda ye bi darê zorê li ba xwe hiştibû, ango ji bo Musa Orhanê ku gotiye 'Min berê jî kiriye, tiştek nabe ji min' jî ev nayê kirin. Ji ber vî tiştî em bêdeng namînin.  Ji bo Aylayê, Gulferê, Beyzayê, Perîhanê, Berfin, Bircan, Pervin, Dilek, Emine û ji bo her kesê/a ku hatiye desteserkirin em deng derdixin.
 
Em ê wekhevî û azadiyê bidest bixin
 
Li dijî vê bêhiqûqiyê em li cem kesên desteserkirî ne. Em dibînin ku êrîşa li ser HDP'ê ya nûnertiya îradeya 6 milyon mirovan dike, derbeya li ser ihtimala demokrasiye ye, her weha êrîşa li ser 'Tevgera Bênavan' ango zexta li dijî medyaya civakî derbeya li ser her cure îtiraz û mixalefetê ye. Lewre her demê li dijî zayendperestî, nijadperestî, kedxwarî, daraza alîgir, faşîzmê derketine ku li welat dengê xwe bilind dike. Û wê dîsa li dijî van derkevin. Em ê bi hev re li dijî van derkevin. Em ango ew jinên îmze avêtine bin vê metne, dizanin ku demokrasî û hiqûq di têkoşîna rizgariya jinan de jî tiştekî esasî û bingehîn e. Ji ber wê ye ku em dibêjin ev operasyon 'ne hewldana avakirina rojeveke sûnî ye' lê yek ji rojevên bingehîn û rastîn e.
 
Em vî tiştî weke mijareke hebûn û tunebûnê dinirxînin. Çawa ku em li dijî zayendperestiyê li ber xwe didin, em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê jî li ber xwe didin. Ev polîtîkayên ku zext û zordarî ji xwe re kirine amûreke bingehîn. Em dizanin ku heke em li ber xwe nedin em ê bifetisin. Em dixwazin siyasetmedar û kesên bi tohmeta 'Tevgera Bênavan' hatine desteserkirin demildest azad bibin. Em ê demokrasiyê bidest bixin, em ê edaleta rastîn bidest bixin, em ango jin em ê wekhevî û azadiyê bidest bixin.”