DÎSK'ê têkiliya bi endamê xwe yê destdirêjî kir, qut kir

  • 10:16 30 Îlon 2020
  • Rojane
 
 
ENQERE - DÎSK'ê diyar kir ku wan têkiliya xwe bi endamê xwe yê bi navê Faruk Işik ê ku bi mobbing, destdirêjî û tundiyê di rojevê de cihê xwe girt, qut kir.
 
Konfederasyona Sendîkayên Karker a Şoreşger (DÎSK) diyar kir ku wan bi Faruk Işık ê ku peywira Pisportiya Rêxistinî dikir, têkiliya xwe qut kirine. Di meha tîrmehê de karhênerek medyaya civakî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî anîbû ziman ku endamê DÎSK Genel-ÎŞ'ê Faruk Işik lê tundî kiriye û dest dirêjî wê kiriye û hesabê DÎSK'ê yê medyaya civakî jî etîket kiribû. Navenda DÎSK'ê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî dabû. 
 
DÎSK'ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku helwest û sekna DÎSK'ê ya di mijara jinê de zelal e û anî ziman ku DÎSK Peymana Stenbolê jî diparêze. Îdiayên destdirêjî û tundiya têkildarî Faruk Işık de me girt dest û biryar hat dayin ku têkiliya Faruk Işik bi DÎSK'ê re bê qutkirin.