'Divê komîteyeke jinê ya navneteweyî derbasî Efrînê bibe'

  • 09:04 30 Îlon 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Berdevka Komîteya Têkiliyên Diplomasîyê ya Kongreya Star a Efrînê Zozan Mustafa têkildarî rapora kiryarên li dijî jinên Efrînê ku ji rêxistinên mafê mirovan re bi rê kirine wiha got: "Me raporek têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinên Efrînê ji saziyên hiqûqî yên cîhanî re bi rêkir. Kiryarên dijmirovî yên li dijî jinên Efrînê di raporê de cihê xwe digire. Ji bo hewildana bidawîkirina van kiryaran divê komîteyeke jinê ya navneteweyî derbasî Efrînê bibe."
 
Komîteya Diplomasîyê ya Kongreya Star a Efrînê raporek li ser kiryarên ku derhqeqê jinan li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve pêk tên, ji sazî û rêxistinên jin û hiqûqî yên cîhanî re beriya 3 mehan bi rê kir. Derbarê vê raporê û bersivên rêxistinên hiqûqî de, berdevka Komîteya Dîplomasîyê ya Kongreya Star a Efrînê, Zozan Mustafa nirxandin ji ajansa me re kir.
 
'Jinê di sîstema xweseriyê de rolek lîst'
 
Di destpêka gotinên xwe de Zozanê bal kişand ser jiyana gel a li Efrînê ya berî û piştî Şoreşa Rojava û rola jinê ya di civakê de û wiha got: "Dema Efrîn di bin kontrola Rêjîmê de bû lawaztiya xizmetgozerîyê di herêmê de derdiket pêş. Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat îlankirin Efrîn bû cihê aborîya herî girîng a di Sûriyeyê de û gelek projeyên ku dikevin xizmeta gel hatin destpêkirin. Jina Efrînî jî rolek girîng di vê sîstemê de lîst û bi azadiya jinê bang kirin."
 
'Berxwedana Serdemê li cîhanê deng da'
 
Di nava gotinên xwe de Zozanê bal kişans ser êrişên li ser Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve û wiha domand: "Dewleta tirk a dagirker di 20'ê Çileyê de êrişî Efrînê kir û di wir de berxwedanek bê hemba li hember balafir û êrîşên dagirkeriyê hat meşandin. Vê berxwedanê li tevahî cîhanê deng veda. Me bi hezaran pakrewan dan. Em bi pakrewanên xwe serbilind in. Rojane gel li hember van êrîşan serî hildidan û teslîmkarî qebûl nedikirin. Li hember çavên cîhanê dewleta tirk êriş kir û cîhan bêdeng bû."
 
'Li şûnda Kurdên ku li Efrînê diman ereb û tirkmen bi cih kirin'
 
Zozanê diyar kir ku piştî Efrîn hat dagirkirin kiryarên dewleta tirk û komên wê yên derheqê jin û gel dest pê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî dagirkirina Efrînê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê dest bi kiryar û guhertina demografîk kirin. Şûnwarên Efrînê talan kirin. Li şûnda Kurdên ku li Efrînê diman ereb û tirkmen bi cih kirin. Her wiha kiryarên xwe li ser jinan bi rêbazên dijmirovî didomînin û daxwaza qirkirina kurdan li Efrînê dikin. Em weke Rêxistina Kongreya Star rojane rewşa jinan li Efrînê dişopînin."
 
'Ji bo em kiryarên li dijî jina bikin belge em her hewil didin'
 
Zozanê derbarê raporên ku hat amadekirin û ji saziyên peywendîder re hat rêkirin de wiha got: "Me raporek bi gelek zimanan ji bo saziyên hiqûqî amade kir. Bi sedan jinên kurd hatin revandin. Tecawizî gelek jinî hat kirin û zewaca bi darê zorê li ser jin û zarokan tê ferzkirin. 36 jin û zarok jî di nav de hatine qetilkirin. Her wiha li Efrînê girtîgehên jinan hene û jin li wir bi destên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê tên îşkencekirin nêzî 24 jin bi zarokên xwe re li wir dîlgirtî ne. Gelek kiryar û îşkence li Efrînê tên kirin lê ji ber metirsîna dagirkeriya tirkiyeyê û çeteyên wê gel nikare bi rihetî van kiryaran eşker bikin. Em wek komîteya diplomasîyê li kêleka jinan disekinin ji bo ku kiryarên dagirkeriyê ji raya giştî re eşkere bikin."
 
'Divê komîteyeke jinê ya navneteweyî derbasî Efrînê bibe'
 
Zozanê herî dawî daxwaz ji sazî û rêxistinên ku rapor teslîmî wan kirine kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwesteka me ji sazî û rêxistinên hiqûqî yên ku rapora kiryarên derheqê jinan teslîm girtine ew e ku bi erkên xwe rabin, ji bo belgekirina kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de komîteyek ji jinên navneteweyeyî ava bikin û bişînin Kantona Efrînê ."