'Li dijî planên qirêj û yên dagirkeriyê yekîtiya kurdan girîng e'

  • 09:03 30 Îlon 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Gulê Cafer girîngiya bi serxistina doza yekrêziya kurdan anî ziman û wiha got:"Li dijî planên qirêj û yên dagirkeriyê yekîtiya kurdan girîng e. Divê hemû partiyên kurdan bibin yek û li dijî dagirkeran li berxwe bidin."
 
Ji ber ku yekrêziya Gelê Kurd ew ê bibe deriyê xelasiya ji pirsgirêk û aloziyan loma QSD'ê gavên girîng di warê yekîtiya Gelê Kurd de avêt. Paşê hêdî bi hêdî hemû partiyên herêmê ketin nava liv û tevgera pêkanîna yekîtiya Gelê Kurd û yên din ên li herêmê û herêmê. Lê belê peymanên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê dibe sedema kûrkirina aloziyan. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Gulê Cafer ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Her tim gavên yekîtiyê hatine avêtin'
 
Gulê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên  li hember yekîtiya kurdan  û wiha axivî: "Ji beriya  şoreşa Rojavayê Kurdistanê, civaka kurd daxwaza yekîtiya xwe kiriye. Lê dewleta tirk ji bo valaderxistina hewildanên yekîtiyê herdem dagirkerî, êrîş, kiryar û hovitiya xwe li ser Gelê Kurd daye meşandin. Di sala 2011'an de tevî hemû êrîş û kiryaran, Meclîsa Rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan ava bû û parastina gelê xwe kir. Ruxmê hemû êrîşan, ji bo yekîtiyê herdem gavên berbiçav hatine avêtin."
 
'Yekrêziya Kurdan mîsogeriya çareseriya hemû aloziyan e'
 
Gulê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji dîrokê de bi armanca nepêkanîna yekîtiya kurdan PDK'ê hevpeyêman bi dewleta tirk re daye çêkirin û wiha pê de çû: "Di sala 2014'an de li Hewlêrê di merheleyên herî dawî ku êdî yekîtî di nava gel û partiyan de ava dibû bi hevpeymanên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi tirkiyeyê re çêbûne, ew merheleyên yekîtiyê dane sekinandin. Îro carek din di nava rewşên hesas de bi têkoşîn û daxwaza Yekîtiya Gelê Kurd doza yekrêziya kurdan di navbera partiyên kurdî de çêdibe. Her wiha li hember destwerdanên dewletên hegemon ên di xaka Sûriyeyê de û parçebûna ku tê jiyîn, doza yekrêziya kurdan mîsogeriya çareseriyê ye."
 
'Li dijî planên qirêj û yên dagirkeriyê yekîtiya kurdan girîng e'
 
Gulê di nava gotinên xwe de diyar kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya pilanên dewleta tirk yekîtiya kurdan girîng e û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Di pêvejoya duyemîn a doza yekrêziya kurdan ku ji aliyên gelek partiyên kurdî ve tê berdewamkirin de encamên girîng bi xwe re anî. Hem ji bo planên dewleta tirk a dagirker ya ji bo dagirkerina xakên Kurdistanê bû bersiv, hem jî li hember pirsgirêkên ku li herêmê tê jiyîn dê çareserî be. Her wiha li dijî planên qirêj û yên dagirkeriyê yekîtiya kurdan girîng e." 
 
'Doza yekrêziyê encamên girîng bi xwe re anî'
 
Di dawiyê de Gulê da zanîn ku yekrêziya kurdan di warê ramyariyê de encamên girîng bi xwe re anî û wiha got: "Partiyên ku ji bo yekrêziya kurd ketine nava tevgerê daxwaza demokrasiyê û azadiyê dike. Li ser vê esasê jî dema ku partiyên li Kurdistanê li ser yek mebestê têbikoşin dê armanca projeya Netewa Demokratîk pêk bê. Bi taybet di warê ramyariyê de yekrêziya kurdan encamên girîng bi dest xist."