ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 30 Îlon 2020
  • Rojev
*Yildiz Tuzer û komeke hevalên xwe kuçeyên taxa Îluhê yên xirabuyî û kevnar bi wêneyan nexişandin. Yildiz û hevalên xwe gotin “Me bi zarokan re dîmenê taxê guherand, em bun sedema kenê li ser rûyê zarokan û bi vê re jî em gelek kêfxweş bûn." DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Saziya Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Gulê Cafer girîngiya bi serxistina doza yekrêziya kurdan anî ziman û wiha got:"Li dijî planên qirêj û yên dagirkeriyê yekîtiya kurdan girîng e. Divê hemû partiyên kurdan bibin yek û li dijî dagirkeran li berxwe bidin."
DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Komîteya Têkiliyên Diplomasîyê ya Kongreya Star a Efrînê Zozan Mustafa têkildarî rapora kiryarên li dijî jinên Efrînê ku ji rêxistinên mafê mirovan re bi rê kirine wiha got: "Me raporek têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinên Efrînê ji saziyên hiqûqî yên cîhanî re bi rêkir. Kiryarên dijmirovî yên li dijî jinên Efrînê di raporê de cihê xwe digire. Ji bo hewildana bidawîkirina van kiryaran divê komîteyeke jinê ya navneteweyî derbasî Efrînê bibe." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Navenda Navbijvanan (Hekeman) a Tirkiyeyê, Seçîm Demîrel destnîşan kir ku di werzîşê de sîyaseta mêr di dewerê de ye, zayendperestî tê kirin û got: “ Li Navbijvanên jin gelek neheqî tê kirin û niha jî wekî berpirsê navbijvanên jin mêrek hatiye erkdarkirin."
 
*Zahîde Basî ya li Erdîşê dijî 12 sale lihêf û doşekan didirû û ev pîşeya xwe fêrî jinên li taxê jî kir. Zahîde ku bi hezkirin karê xwe dike balkişand ser girîngiya aboriyê ya jinan. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DBP’a Mêrdînê ya berê Leyla Bozkurt piştî 14 meh girtinê di 7’ê îlonê de hat berdan û şert û mercên girtîgehê vegot. Leylayê banga hestiyariyê kir û got girtî tecrîdek giran dijîn. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şîlan Ozkan diyar kir ku li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê xebatan didomînin û her wiha got li dijî bikaranîn hişbir, fihuş û asîmîlekirinê wê xebatan bidomînin, yekane bersiva wan wê têkoşîn be. BI DÎMEN
 
*Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu got têkoşîna li dijî vîrusê qelse û kesên enfekte bûne û vegeryane malê jî leza nexweşiyê zêde kirine. Fîgenê balkişand ser Rûpûş û got ji bo kesên di sînorê birçîbûnê de ne, rûpûş jî luks e.
Hevseroka SES a Wanê Fîgen Çolakoglu daxuyakirin ku yek ji bajarên ku herî zêde vîrus lê belav bûye Wan e û der barê vê de nirxandin kir. BI DÎMEN