Kongreya Meclîsa Jin a PYD’ê bi biryarên girîng bi dawî bû

  • 08:39 30 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jinan a PYD'ê bi dirûşma "Bi rêxistin û piştgirtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk misoger bikin" Kongra xwe ya 2’emîn li bajarokê Rimelan li dar xist. Kongre duh êvarê bi bîryarên girîng bi dawî bû.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rêxistin û piştgirtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk misoger bikin" bi 200 delegeyan kongra xwe li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a  bajarokê Rimêlan yê girêdayî Kantona Qamişloyê ku duh dabû destpêkirin destpêkirin bi dawî kir.
 
Di kongreyê de piştî perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Endama Jineolojiyê Berîvan Yûnis ve hatibûn xwendin, kar û xebatên du salan hatin nirxandin û Paşê 22 jin ji bo Meclîsa Jinan a giştî ya PYD'ê hatin hilbijartin. 
 
Biryarên ku di Kongreyê de hatine girtin wiha ne:
 
*"Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîn were mezin kirin.
 
*Rizgarkirina herêmên dagirkirî beriya her tiştî ye.
 
*Lidarxistina Kongreya netewî ya Kurdistanê ya jinan destek were dayîn.
 
*Li hemû bajarên Ewrûpayê ji bo amadekariyê Kongreya 6 'an bi rêxistinkirina jinan.
 
*Ji bo çareserkirina aloziyên Sûriyê û demokratîk kirina Sûriyê xebat werin lidarxistin.
 
*Piştgiriya jinên ciwan were kirin, werin rêxistinkirin û komîteyên wan werin xurt kirin.
 
*Zanebûna siyasî di nava jinan de were belavkirin û li hember alavên şerê taybet têkoşîn were kirin.
 
*Xebatê dîplomasî were pêşxisin, têkîliyên wê bi partî û rêxistinên jinan ên li Sûriyê û derve were xurt kirin.
 
*Pêngava bi navê "Qetîlkirina jinan rawestînin" ya ku meclîsa me daye destpêkirin wê dewam bike. 
 
*Kongreyek taybet girêdayî binpêkirinên li herêmên dagirkirî û sûcên li dijî jinan û eşkerekirina siyasetên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê were lidarxistin.
 
*Ji bo xurtkirina xebatên rêxistinî, dewreyên perwerdeyê yên taybet ji bo jinan wê werin vekirin."