Şêniyên Helebê tecrîd şermezar kirin

  • 08:35 30 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Şêniyên Helebê bi meşekê girseyî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi pêşengiya Meclîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, bi meşekê girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezar kirin. Di meşê de bi hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê amadebûn. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bese ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye" hatibûn hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Parka Istîqamê ya taxa Eşrefiyê berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Verjîn Mihemed axivî û ecrîd şermezar kir. 
 
Verjîn, di daxuyaniyê de wiha got: "Di serî de em êrîşên dewleta tirk û tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo bi israrbin û heta azadiya Rêber Apo misoger nekin ji me re rehetî nîn e. Di fikir û felsefay Rêber Apo de azadiya jinê ji her tiştî girîngtire, ji ber ên ku me ji vê koletiyê xelas kir Rêber Apo bû. Em dev ji destkeftî û şoreşa xwe bernadin, em ê herdem li ser piyabin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.