Mêrê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir

  • 14:59 29 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Jina binavê G.Y. a 3 salan ji aliyê mêrê bi navê Devrîm Boran ve hat tacîzkirin, diyar kir ku ev rewş êdî gehiştiye asta tehdîtkirinê û got: "Fikarên min hene. Ez li bendême ku hemû jin piştevaniya min bikin."
 
G.Y. ya ku li navçeya Sêwreg a Rihayê dijî, diyar kir ku qasî sê salan ji aliyê mêrê bi navê Devrîm Boran ve hatiye şopandiye û taciz kirin. G.Y., da zanîn ku berî sê salan, bi navbeynkariya hevalekê xwe Devrîm Boran nas kiriye û her tim bi tacîzê rê rûbirû maye. G.Y., anî ziman ku Boran ji wê xwestiye ku têkiliyê bi hev re danîn û ji bo vê her tim zext lê kiriye. 
 
G.Y., dest nîşan kir ku Devrîm ji hevalên wê peyam şandine û ji wan re gortiye, "G.Y., bi piyên xwe bê gel min." G.Y. aşkere kir ku fikarên wê hene û ji bo ku herim gel wî, wê serî li her cure rê û rêbazê bide.
  
Derket holê ku Devrîm Boran ê li Stenbolê edîtortiya kovara bi navê Çinar Dîbî dike, tacîzî hin jinên din jî, kiriye. G.Y., bi bîr xist ku Devrîm beyî destûra wê, wêneyên wê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine û tiştên jiyan wiha vegot: "Ev 3 sal in ji aliyê Devrîm Boran ve têm tacîzkirin. Berî 3 salan bi navbeynkariya hevalê xwe min wî nas kir. Piştî heftiyekê min hevdîtinên xwe yên ligel wî bi dawî kirin. Ji ber ku nêzîkatiyên wî ne ji rêzê bûn. Her ku ez jê direviyam, ew bêhtir bi ser min de dihat. Min ew di hesabên xwe yên medya civakî asteng kirin. Dûre wêneyên min ên berê li ser hesabên min ên medya civakî daxistibûn, li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Xwest bi vê min bixe di rewşekê zor de, da ku bi wî re bikevim nava têkiliyê.” 
 
G.Y., dest nîşan kir ku di nava 3 salan de 2 caran xeta xwe ya telefonê guhertiye û wiha rêz kir: “Ez di saziyên tên naskirin de dixebitim. Ji ber vê ez jî têm naskirin. Bi hevalên min re dikeve têkiliyê û nimreya min telefonê ji digire. Wêneyên min ên di daxuyaniyan de hatine kişandin, digire û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve dike.” 
  
G.Y., diyar kir ku fikarên wê hene û wiha got: “Ji ber binyada feodal a navçeyê, ez bêdeng bûm. Ji ber ku ev rewş pir dirêjkir û êdî gehişt asta gefxwarinê, min hew karî bêdeng bimînim. Ezê gilî bikim. Fikarên min hene. Ez li bendeme ku hemû jin piştgiriya min bikin.” 
  
Hin peyamên Devrîm Boran ên ji hevalên G.Y. re nivîsandibûn wiha ne: “Yê ku derkeve pêşberî min, ez ê bikujim. Ceza jî li min nayê birîn. Ez ê sibe wê bigirim û bibim Stenbolê. Min mirin da ber çavên xwe. Divê G.Y. li min vegere. Di heman demê de, wê bi lingên xwe li min vegere. Dest û milin min dirêjin. Heya niha min çi gotibe min kiriye. Ez tu carî vale na axivim. Ez ê gotina xwe bi cih bînim.”