Mamosteyên Hesekê tecrîd şermezar kirin

  • 13:41 29 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan ji mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kantona Hesekê tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera 21'an a komploya navneteweyî, bi pêşengtiya mamosteyên Zimanê Kurdî yên, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Hesekê meşeke girseyî hate lidarxisitn. Meşa ku ji Dibistana Ş.Fewaz Çolî ku li taxa Nasira dikeve dest pê kir li ber Komîteya Şaredariyan û Ekolojiyê ya Kantona Hesekê, rawestiya. Di meşê de dirûşmên 'Bijî Rêber Apo','Berxwedana gelê Kurd wê faşîzma dewleta tirk têk bibe' hatin berzkirin û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanên azadiyê re, Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim axivî. Enwer pirsgirêkên ku dewleta tirk di hundirê Tirkiyeyê de dijî anî ziman û wiha dom kir:"Pêwîst e ku dewleta tirk pirsgirêkên hundirê Tirkiyeyê de çareser bike. Di heman wextê de jî pêwîst e ku Gelê Kurd jî ji mafê xwe yê xwezayî bê par nemînin. Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê ku niha li Azerbeycan û Ermenîstanê dest pê kiriye û dewleta tirk piştgiriyê dide Azerbeycanê, ev bi xwe pilaneke qirêj li dijî Gelê Kurd, Ermeniyan e. Bi van êrîşan aloziya hundirê Tirkiyeyê der tê holê û taybet armanca guhertina demografiya van herêman li gorî berjewendiya xwe dikin." 
 
Hevseroka Rêveberiya Giştî a Dibistanên Hesekê Jînda Ehmed axivî û wiha got:"Armancên dewleta tirk a ji şerê wê yê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e. Heya dawî em ê ji bo parastina ax, rûmet û nirxê Şoreşê têbikoşin û biparêzin. Wê meşa me heya derxistina Rêber Abdullah Ocalan a ji zindanê, dewam bike."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.