2’yemîn Kongreya Meclîsa Jinê ya PYD’ê dest pê kir

  • 13:32 29 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jinê ya PYD'ê Kongreya xwe ya 2'yemîn bi dirûşma "Bi rêxistin û piştgirtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk mîsoger bikin" li bajaroka Rimelanê dan destpêkirin.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rêxistin û piştgiriya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk mîsoger bikin" bi tevlûbana 200 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya xwe ya 2'yemîn li dar dixe. Kongre li navenda Çand û Hunera Aram Tîgran a bajaroka Rimelanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê tê lidarxistin. Hola kongreyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hat xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso Kongreya 2'yemîn li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Em îro xebatek girîng didin meşandin û em dikarin bi vîn û bi israrek mezin xebatên xwe bi pêş ve bibin. Ger îro ev xebat tê meşandin ew jî bi saya şehîd û gelê me yê berxwedêr ku canê xwe ji bo rêya azad û wekhev feda kirine. Niha li  welatê ku em tê de dijîn aloziyek tê jiyîn. Navenda vê alozî jî Rojhilata Navîn bi giştî ye. Niha sistema me sistema projeya netewa demokratîk e, ev proje aramiya tevahî gel û netewan e. Îro bi saya projeya netewa demokratîk gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û ji bo axa xwe ew bi xwe şer dike. Dewleta tirk êrîşî projeya me dike û her roj kiryarên derveyî mirovahiyê li herêmên me dide meşandin. Di vê rewşa hesas de lidarxistina Kongreyek wiha pir bi wate ye û bi taybet ji bo naskirina rola jinê ya di jiyana hevbeş de pir girîng e. Ji destpêka avakirina vê partiyê de jinan rolek mezin leyîstin û rola xwe heta roja îro jî dewam dike. Pêwist e di vê kongreyê de em ser xala jinê baş nîqaş bikin  û bigihêjin çareseriyê."
 
Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd, li ser navê Rêxistina Kongreya Star Remziye Mihemed, li ser navê birîndarên şer Rêvan Mihemed û li ser navê Rêveberiya Xweser Cîhan Mihemed kongreya Meclîsa Jin a PYD'ê pîroz kirin, serkeftin ji bo kar û xebatên wan re xwestin û Meclîsa Jin a PYD'ê xelat kirin.
 
Kongre bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwendina rapora salane û nirxandina raporê dewam dike.