Ayşe Acar Başaran: Em ê desthilatdariya mêr biqedînin

  • 13:20 29 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê, derbarê operasyona li dijî partiya xwe de axivî û got, "Êrîş li dijî îradeya jinê ne. Bi têkoşîna jinê ku mezin dibe em ê desthilatdariya mêr biqedînin." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê operasyona binçavkirinê ya li dijî partiya xwe de li Navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyona Jinan a HDP’ê û Koma Jinan a Parlamentoyê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 20 kesên hatin binçavkirin 8 jê jinin û wiha hat gotin: “Ev hevalên me yên jin, ekolojist, akademîsyen, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna jinên kurd bi rê ve dibin e. Yanî ev hevalên me nûnertiya piranîparêziya HDP’ê dikin ne.”
 
'Çalakiyên demokratîk bûn'
 
Ayşe di axaftina xwe de wiha got: “Dema ku Kobanê dibin êrîşa DAIŞ’ê de bû, desthilatdariya AKP’ê, tenê temaşe kir. Desthilatdariya ku îro ji me hesab dixwaze, piştgirî dida DAIŞ’ê, alîkariya dihat kirin asteng dikir, hemû sînor girtibûn û Erdogan digot ‘Kobanê ket, dikeve.’ Piştî vê gotina Erdogan çalakiyan dest pê kir. Lê ligel vê jî ev çalakî çalakiyên demokratîk bûn. Çawan kû hêzên paramîlîter xistin qadan ev çalakî terorîze kirin.” 
 
‘Provokator asteng nekirin’
 
Ayşeyê, diyar kir ku li dijî kesên ev çalakî provoke kirin tu gav nehat avêtin û wiha bilêv kir: “Desthilatdarî bi daraza ku teslîm girtiye, li dijî HDP’ê operasyonên tolgirtinê bi rêve dibe. Li Kobanê di pêşengtiya jinan de, têkoşînek mezin hat dayîn. Bi vê operasyonê hemû sûcên xwe, siyaseta xwe ya şer, siyaseta xwe ya rantê, dijminantiya xwe ya jinê, xwezayê û ekolojiyê derxistin holê. Bi vê operasyonê xwestin ku taola 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û 31’ê Mijdarê ji HDP’ê bigirin.”
 
‘Êrîş li dijî rêxistinbûna jinê ne’
 
 Ayşeyê, anî ziman ku ev êrîşa li dijî HDP’ê di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye û wiha pê de çû: “Hemû êrîşên di 5 salên dawî de yên li dijî HDP’ê, di heman demê de êrîşên li dijî piştevanî û rêxistinbûyîna jinê ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. Ji ber ku HDP polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan deşifre dike, ev êrîş lê tên kirin. Hemû jinên ev êrîş li hemberî xwe dîtin û hêzên demokratîk ev operayonên qirkirina siyasî şermezar kirin. Bûn dengê HDP’ê. Em jin di ferqa van hemû êrîşan de ne. Peyama li dijî van êrîşan ‘li ber xwe nedin û nebin pêşengê têkoşîna li dijî vê’ dibin me.”
 
‘Desthilatdariya mêr wê têk biçe’
 
Ayşe, destnîşan kir ku ev êrîş ji navendê tên birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî dixwaze HDP’ê bi tenê bi hele, weke hedef nîşan dide û krîmînalîze dike. Da ku karibe xwe li ser piyan bigire û desthilatdariya xwe dewam bike. Em jin, li dijî siyaseta ku parçe bike û bi rêve bibe, bûne yek. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bawer dikin ku siyaseta serdest a mêr, teqez wê têk biçe.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Jin bi hev re bi hêz in" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.