Li Mêrdînê daxuyaniya li dijî binçavkirinan hat astengkirin

  • 13:16 29 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Derbarê binçavkirina siyasetmedar de Rêxistina HDP'ê ya Merdînê xwest daxuyanî bidin lê bi astengiya polîsan re rûbirû man. Daxuyanî li ber deriyê partiyê hat dayîn û wiha hat gotin: "Em tu carî natirsin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li dijî binçavkirina siyasetmedarên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” niha li Emniyeta Enqereyê tên ragirtin xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kir. Polîsan bi îdiayên ku ser terenceyan “qada cemaweriyê ye” û “eskerê jiyana xwe ji dest daye heye” destûr neda daxuyaniyê. 
 
Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û têketin û derketina avahiyê jî asteng kir. Di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de gengeşe derket. Piştî nîqaşê HDP’iyan li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da û çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û got: “Em baş dizanin çima ev operasyon hatiye kirin. Delîlên 6 sal berê nedîtin niha ji bo gelê me bitirsînin delîlên pûç dibînin. HDP’ê wê çaxê jî çong daneni û niha jî wê çonga xwe daneyne. Heta ku em hebin, em ê li dijî van zextan li ber xwe bidin. Yên ku dixwazin me bitirsînin bila li Apê Mûsayan, Mehmet Sîncaran û dîroka me binêrin. Ew netirsiyan û em jî natirsin.” 
 
Piştî daxuyaniyê HDP’yî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Zext nikarin me bêzar bikin” dawî li çalakiya xwe anîn.