Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:05 29 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn. 
 
Ji 7’ê Tebaxê heta niha parêzeran 106 serlêdan kirin, lê heta niha bersiva serlêdanên wan nehatine dayîn.