Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
- 10:42 29 Îlon 2020
- Rojane
MÊRSÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik hatin binçavkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa Partiyê (MP) Bariş Karabiyik, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Gulbahar û Bariş ên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn li Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tên girtin.
Gulbahar û Bariş, ligel hemû astengkirinên polîsan jî, duh li ber avahiya partiyê li dijî binçavkirinên siyasetmedaran çalakiya “Mirov raweste” li dar xistibûn.