Doza Hêlîn Şen: Şîna naqede û edaleta ku nayê cih

  • 09:09 29 Îlon 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Helîn Şen li Sûrê di 2015’an de hat qetilkirin. Dayika wê Nazmiye Şen da zanîn ku ji roja keça wê miriye reş girê dide û alavên keça xwe kirine qutiyekê. Nazmiye li dijî biryra rawestandina darazê ya dadgehê jî bi berteke.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de di 12’ê cotmeha 2015’an de Helîs Hasret Şen ku diçû  nan bigire bi guleya ji wesayîta zirxî ya Kobra hat avêtin hat qetilkirin. Piştî bûyerê der barê gumanbar Abdullah E de ji sûcê ‘bû sedema kuştinê’ doz hat vekirin. Doz li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û di runiştina 4’emîn de heyetê der barê polîsê gumanbar Abdullah E. de biryara rawestandina darizandinê da.
 
Şîna ku bi dawî nabe
 
Dayika Helînê, Nazmiye Şen ji roja keça wê hatiye kuştin reş li xwe dike û 5 sal di ser kuştina wê re derbas bûn. Nazmiyeyê daxuyakirin ku heta edelet neyê cih wê reş li xwe bike. Nazmiyeyê çend tîşort, forma, çend toqe û hinek alavên din yên ji keça wê maye di qutiyekê de vedişêre û got: “Tiştên ji keça min man ev in. Ji futbolê fêm nedikir lê ji Galatasaray hez dikir. Her tim forma wê li xwe dikir.”
 
‘Hewl didin di alî psîkolojîk de me têk bibin’
 
Nazmiyeyê bertek nîşanê biryara dadgehê da û diyar kir ku doz 4 sal şûnde hatiye vekirin û got: “Em tu wateyê nadin rawestandina dozê. Ez şermezar dikim. Hewl didin di alî psîklojîk de me têk bibin. Lê em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin. me bi hewldanên mezin de ev doz vekiribû.”
 
‘Nazmiyeyê destnîşan kir ku biryareke ku nedipan hatye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me digot wê pêvajoyeke dirêj be. Lê me biryarek wisa nedipa. Me digot wê bê taloqkirin. Helîn roniya çavê dayik û bavê xwe bû. Zarokek bû. Lê gumanbar niha li ser peywirê ye û jiyana xwe didomîne. Ev tiştekî dij mirovahiye. Ji bo dayikekê rewşeke zehmet e. Ez û zarokên xwe di alî psîkolojîk de têk çûn. Em neçar man derman bibin.Ez emelyet bûm. Du salan nikaribûm bimeşim. Bi hevjînê min re nexweşiya şekir û tansyonê derket. Em tu car fêrî vê rewşê nebûn. Heta ku ez bijîm jî ez ê têkoşîna xwe bidomînin. Helînê ji jiyanê hez dikir. Her tim dikeniya. Ji kal û pîran hez dikir. Roniya çavê min bû.”
 
‘Ji ber nayên cezakirin wisa rehet dikujin’
 
Nazmiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êdî bendewariya wan ji dozê tune ye û wiha got: “Tevî hemû delîlan nehat cezakirin. Ji ber nayên cezakirin jî wisa bi rehetî dikin. Ger ceza bihata dayîn wê êdî tiştek wisa nebûna. Bila dawî li polîtîka bêcezabûnê bînin. Ez ji bo dozê banga piştevaniyê dikim. Bibin dengê Helînê. Ez ji bo keça xwe edeletê dixwazim.”