Şêniyên Mexmûrê êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kirin

  • 09:08 29 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirina siyasetmedaran didomin. Jinên li Mexmûrê dijîn binçavkirinên ku pêk hatî şermezarkirin û gotin: "Îqtîdara Tirkiyeyê tu carî bi êrîşan naghije armanca xwe. Lê Gelê Kurd jî dê her tim li dijî êrîşan li ber xwe bidin." 
 
Serdozgerê Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 6-7’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatin dabû destpêkirin, di 25'ê îlonê de li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan dabû. Bertek û nerazîbûnên li hemberî operasyona siyasî li her derê didomin. Derbarê mijarê de şêniyên li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û binçavkirinan şermezar kirin.
 
‘Berxwedana me dê bidome'
 
Hediye Çelî, binçavkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şermezar kir û wiha dest bi axaftinê xwe kir: "Erdogan bi zilm û îşkencê dixwazê Gelê Kurd tune bike, lê bila dewleta tirk baş bizane ku Gelê Kurd li her derê cîhanê belav bûye û tu kes nikare kurdan tune bike. Ji ber ku Erdogan dawiya xwe dibine, bi awayekî hovane êrişî Gelê Kurd dike. Lê bi van êrişan naghijê armanca xwe. Li Kobanê bi ser neket, li çar parçeyê Kurdistanê êrîşê Gelê Kurd û siyasetmedarên HDP’ê dike. Em wekî Gele Kurd her dem li pey jiyana azad bin û nehelin tu kes me ji berxwedaniya me dûr bike.”
 
‘Li dijî îxanetê divê em bibin yek' 
 
Sarya Kaya nerazibûnên xwe bi van gotinan ani ziman: "Dewleta Tirk li hemberî siyasetmedarên HDP’ê êrişek pêk tîne û dixwaze ser taritiya xwe bigre û çavên gelê kurd bitirsine. Bi hevkariya DAÎŞ’ê êrişê nirxê Gelê Kurd Kobanê kir. Ji ber ku li Kobanê bi serneket û dizanê ku dawiya wî neze, bi sûcdarkirina serhildanê Kobanê êrişî HDP’ê dike. Lê bi binçavkirina Gelê Kurd û siyasetmedarên HDP’ê nikare bigihije armanca xwe û tu caran nikare Gelê Kurd bitirsine. Ez bang li tevahî Gelê Kurd dikim xwedî li gelê xwe derkevin, nehelin ku dijmin nava me da bijî. Ji bo em çar parçayê Kurdistan bi hev re bijîn pêwiste em bibin yek û îxanet li gelê xwe nekin.”