'Keça min ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê hat qetilkirin'

  • 09:06 29 Îlon 2020
  • Rojane
RIHA - Dayika Nurbarî Mîrcîhan Adîle Mîrcîhan, diyar kir ku keça wê ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hat qetilkirin û banga bila jinên din neyên qetilkirin kir. Adîle diyar kir ku ew naxwaze kujer ji girtîgehê bê derxistin.
 
Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hejmara jinên ku tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. Sedema herî girîng a qetilkirina jinan jî ew e ku polîs giliyê tê kirin nagirin girtekan û cezayê pêwist nayê dayîn. Herwiha pakêtên darazê yên ku ji aliyê hikûmetê ve tên derxistin jî sedemeka herî mezin ya zêdebûna qetilkirina jina ye. 
 
Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hat qetilkirin
 
Ji van jinên ku di encama polîtîkayên bêcezahiştinê de tên qetilkirin yek jê jî Nurbarî Mîrcîhan a ku ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin e. Dayika Nurbarî ya  ku ji aliyê birayê xwe Salîh Mîrcîhan ve di 25'ê Tebaxê de hat qetilirin Adîl Mîrcîhan, banga bila lawê wê yê gûmanbar ji girtîgehê neyê berdan kir.  
 
Gumanbar Salîh Mîrcîhan ê ku berê jî ji ber dayika xwe birîndar kiribû hatibû girtin û tiryak kêş bû, ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hatibû tahliyekirin û xuşka xwe Nurbarî Qetil kiribû. Dayika Nûrbariyê got,"Keça min hat qetilkirin bila jinên din neyên qetilkirin." 
 
'Zexta kuştinê li me dikir'
 
Adîle ya derbarê tişta jiya de axivî, diyar kir ku lawê wê bi her kesî re şer dikir. Adîle wiha berdewam kir, "Min pê nikaribû. Min dixwest bê dermankriin lê nedibû. Min dida girtin lê dîsa dihat berdan. Tiştekî ku bikim nemabû. Ji me re digot, 'ezê we hemûyan bikujim'. Tiryak dikêşa û dihat malê. Carna min bi zorê ew dişand doktor. Lê piştî bi demekê digotin 'Raporên wî paqijin' û dişandin malê .Nizanim ew rapor diguhetin û dişandin malê çi bû nizanim."
 
'Daxwaza min ku tiryak ji holê bê rakirin'
 
Adîle diyar kir ku ew êdî westiya ye û got ku kuştina keça wê bi destê lawê wê tu carî ji bîr nake û ji bo wê êşeke mezin e. . Adîle wiha berdewam kir, "Ez naxwazim dilê tu dayikan biêşe. Bila êdî jin neyên qetilkirin. Bi keça min re min jî kuşt. Berî bi demekê li Enqerê bû, telefonî min kir ji min re got, 'Dua bikin ku bila hûn ji ber koronayê bimirin. Dinaya pir xirab e û dixwazim we ji vê dinyayê bişînim'. Dema ku tiryakê dikişîne dibe kesekî cuda ez dixwazim ku tiryak neyê firotin."
 
'Keça min kuştin heq nekiribû'
 
Adîle diyar kir ku êdî bila ciwan neyên kuştin û wiha bahsa keça xwe nûrbarî kir, "Keça min kuştin heq nekiribû. Ji bo min bi qîmet bû. Gûmanbar her roj me tehdît dikir.  Ez 2 caran li pey çûm. Cara 3'yan min ferq kir û ji min re got, 'tu careke din li pey min bêyî ez ê te bikujim' û min tehdît kir."
 
Bi qanûna efûyê ji girtîgehê hat berdan
 
Adîle ya ku got keça wê ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê hatiye qetilkirin, bertek nîşanî derxistina gûmanbar a ji girtîgehê bi qanûna efûyê da. Adîle diyar kir ku giliyê wê esas nehatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Carekê tiryak li ser hat gitin û gitin birin gitîgehê. Lê bi qanûna efûyê ji girtîgehê hat berdan. Piştî ku ez birîndar kirim careke din hat girtin. Ji ber ku min nedixwest bê li malê bi hevalên xwe re tiryakê bikêşe ji min hêrs dibû. Ji ber vê ez birîndar kirim. Piştî ku hatim birîndarkirin li ser giliyê min hat girtin.Piştre jî bi hinceta vîrusa koronayê hat tehliyekirin. Piştî derket dîsa tirsiyam. Min texmîn nedikir ku evqas zû bê tehliyekirin.  Ji ber ku bûyer derdixistin. Titştekî ku bikim tune bû.  Me gilî dikir, lê giliyê me nedihat qebûlkirin û didigotin, 'pevçûna nava malbatê ye' û guh nedidan. Naxwazim gûmanbar bê berdan ger ku bê berdan wê me jî bikuje."