‘Divê ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke xwe dispêre zimanê dayikê hebe’

  • 09:04 29 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê ya Wanê Funda Bozkurt diyar kir ku li dibistanan testên pozîtîf zêde ne û bêyî ku ji bo mamosteyan test bê kirin dest bi perwerdeyê hatiye kirin û got: “Di encama lêkolînan de hat dîtin ku tedbîrên ji bo perwerdeya rû bir û gelek qels in.Divê ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke wekhev, xwe dispêre zimanê dayikê hebe.”
 
Ji ber Vîrusa Koronayê di meha adarê de perwerdeya ji dûr ve hatibû destpêkirin û li ser Tora Ragihandina Perwerdeyê (EBA) ders hatibûn dayîn. Bi hezaran xwendekar ji ber derfet tune bû xwe negihandin perwerdeyê. Sala nû ya perwerdeyê ya 2020-2021’ê dest pê kir û pergala EBA'yê ji roja ewil de têk çû. Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk der barê têkçûna EBA’yê de got ‘Ev tiştekî baş e, xuyaye bi sedhezaran mamoste û xwendekar EBA’yê’ bi kar tînin. Sekretera Jinan a Şaxa Wanê ya SES’ê Funda Bozkurt da zanîn ku EBA ne xwedî bingeheke xurt e û ji bo perwerdeya rû bi rû tedbîrên hatine girtin, têr nakin.
 
‘Li dibistanan vîrus zêde ye’
 
Fundayê da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de plansaziyên ku wezareta perwerdehiyê ji bo perwerdêkiriye bi pirsgirêk bûn û wek Egîtîm Senê ew dixwazin ku piştî şerd û mercên pêwist hat avakirin bila perwerdeya rû bi rû pêk bê. Fundayê daxuyakirin ku di pandemiyê de pirsgirêkên cidî hatine jiyîn û wiha got: “Em di ferqa wê de ne ku ji perwerdehiyê qûtbûn, kêmasiya metaryalan, naveroka perwerdeyê qels dike û karkeriya zarokan zêde bûye. Em ji van derketin rê û me got ger pandemî bikeve bin kontrolê, kêmasiya metaryalan bê çareserkirin, li dibistanan hîjen hebe wê pirsgirêk bên çareserkirin. Lê bi qasî em dibînin hîna em ji vê dûr in. Me dît ku hîna tedbîrên pêwist nehatine girtin. Li dibistanên ku Egîtîm Senê tespît kirine testên pozîtîf hîna zede ne. Ji gelek deverên welat agahiya ku testên pozîtîf hene hat ji me re.”
 
‘Tedbîr qels in’
 
Fundayê balkişand ser newekheviya di pêvajoya pandemiyê de û got: “Li gundan xwendekaran xwe negîhand metaryalan. Ji bo perwerdeya rû bi rû jî tedbîr qels in. Divê hejmara polan bihata kêmkirin. Test bihata kirin. Divê ewil ji bo mamosteyan test bihata kirin. Me ev daxwaz kiribû. Ji ber vê fikar zêde ne.”
 
‘Wek tê gotin perwerde wisa bi rêk û pêk nameşe.’
 
Fundayê pirsgirêkên xwendekaran wiha rêz kir: “Piranî xwendekar dibêjin ‘kota min tije bû’, ‘Ez nikarim xwe bigihînim EBA’yê’, ‘kompîtura min tune’, ‘Telefonek me heye ew jî bi bavê min re ye, bavê min êvarê tê’. EBA roja ewil têk çû. Em ji roja ewil de dibêjin EBA ne xwedî bingeheke bi rêk û pêk e. Yanî wek tê gotin perwerde wisa bi rêk û pêk nameşe.”
 
‘Divê perwerdehiyeke xwe dispêre zimanê dayikê û wekhev hebe’
 
Fundayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke wekhev, xwe dispêre zimanê dayikê hebe. Fundayê wiha dawî lê anî: “Em dibêjin ku piştî vîrus ket bin kontrolê şûnde divê perwerdeya rû bir û bê dayîn. Xuyaye ku perwerdeya rû bi rû wê ne pêkan be. Di vê pêvajoyê de divê pirsgirêka metaryalan, bingeha EBA û kar û barê onlîne pêk bên. Divê hemû zarok bi awayekî wekhev xwe bigihînin perwerdehiyê.”