'Me ji bo xwendekaran tedbîrên girîng girtine'

  • 09:02 29 Îlon 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Rêvebira Dibistanan a Giştî ya Kantona Kobanê Xunav Mehmud Ibrahîm têkildarî vebûna dibistanan û tedbîrên li hemberî Vîrûsa Koronayê tên girtin wiha got: "Banga min ji hemû xwendekaran re heye ku li hemberî Vîrûsa Koronayê bi baldarî tev bigerin."
 
Di dawiya 2019'an de Vîrusa Koronayê li Çînê destpêkir û paşê li tevahî cîhanê belav bû. Ji ber rewşa şer û belavbûna Vîrusa Koronayê dibistan demekê hatibûn girtin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tedbîrên girîng li hemberî Vîrusa Koronayê girtin. Yek ji tedbîrên girgîn ên ku hatin girtin ên li dibistanan bûn. Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 27'ê Îlonê de dibistan hatin vekirin. Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Desteya Şaredariyê tedbîrên parastina xwendekaran a ji Vîrusa Koronayê girtin û wê xwendekar rûpoşan bi kar bînin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya Kantona Kobanê Xunav Mehmud Ibrahîm ji ajansa me re axivî.
 
'Vîrûsa Koronayê û şer bûn sedema girtina dibistanan' 
 
Xunavê teqez kir ku ji ber rewşa şer û Vîrusa Koronayê dibistan hatin girtin û wiha pê de çû: "Ez vekirina dibistanan li hemû xwendekar û mamosteyan pîroz dikin. Em bi hêvî ne sala nû bibe sala serkeftinê. Di 27'ê Îlonê de serê sibehê xwendekar bi coş û kelecaneke mezin derbasî dibistanên xwe bûn, ji ber ev demeke dirêj e xwendekar ji xwendinê bê par mabibûn gelekî bi kelecan bûn. Li  Kantona Kobanê zêdetirî 450 dibistan hatine vekirin, hejmara xwendekaran jî 53 hezar û 248 in û 2 hezar û 680 mamoste ne. 215,000 hezar  pirtûk heya niha radestî me bûne. Ji ber rewşa şerê Girê Spî û Serêkaniyê demeke dirêj dibistan hatin girtin û xwendekar ji xwendinê bêpar man. Ji bo vê jî biryar derket ku xwendekarên seretayî giştî serkeftî bin. Îsal dibistan dereng hatin vekirin, lê wê mamoste bi xwendekarên xwe re bibin alîkar da ku ev xwendekar bigihêjin asta xwendinê ya bilind. Divê xwendekar jî bi me re bibin alîkar da ku em bi hev re vê salê bikin sala serkeftin û serfîraziyê."
 
'Pêwîst e hemû xwendekar li gor tedbîran tev bigerin'
 
Xunavê da zanîn ku wê tedbîr li hemberî Vîrusa Koronayê bên girtin û wiha got: "Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dibistan hatin vekirin. Desteya Perwerdeyê ya fêrkirinê, bi hevkariya Desteya Şaredarî, Heyva Sor a Kurdî û Desteya Tenduristiyê wê tedbîran li hember Vîrusa Koronayê bigirin. Wê ji hefteyê carekê dibistan hemû werin dezefenktekirin. Hemû xwendekar jî wê bi rûpoş derbasî dibistanê bibin û li gor tedbîran wê tev bigerin. Di her fêrgehekê de wê derdora 15 - 20 xwendekar hebin. Di hefteya yekemîn de ji ber tomarkirina xwendekaran wê hin zehmetî rû bidin. Di hundir dibistanan de em ê waneyan li ser newxeşiyan bidin û bi taybet li ser Vîrûsa Koronayê ku xwendekar divê xwe çawa ji vê vîrusê biparêzin ew ê waneyê bên dayin. Banga min ji hemû xwendekaran re heye ku li gor tedbîran tev bigerin û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin."